Îmaratê mûşek û dronên Îranê xistin
Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Îmaratê ragihand ku pergala wan a parastina asmanî 2 mûşekên balîstîk û 3 dronên Îranê xistine.
Wezareta Parastinê ya Îmaratê di daxuyaniyekê de destnîşan kir ku pergala parastina asmanî bersiv daye êrişeke nû ya Îranê.
Li gorî daxuyaniyê, 3 kes ji ber parçeyên mûşekan birîndar bûne.
Îmarat di hedefa Îranê de ye
Ji 28ê Sibata borî ve ku şerê Amerîka û Îsraîlê yê li gel Îranê dest pê kiriye, Îmarata ku hevpeymaneke nêzîk ê Washingtonê ye, bûye yek ji hedefên sereke yên Tehranê.
Ev ne cara ewil e ku piştî agirbestê Îran êrişî Îmaratê dike.
Wezareta Parastinê ya Îmaratê 5ê Gulana 2026an di daxuyaniyekê de gotibû:
"Niha parastina asmanî ya Îmaratê bersiva wan êrişên bi mûşek û dronan dide ku ji aliyê Îranê ve tên kirin."
Êrişên li ser bender û şirketên petrolê
Îranê roja duşemê jî bi mûşekan êrişî Bendera Fûceyrehê kiribû û di encamê de agirekî mezin derketibû.
Her wiha Şirketa Neteweyî ya Petrolê ya Îmaratê (ADNOC) heman rojê eşkere kir ku balafireke bêmirov a Îranê li tankereke wan a vala xistiye.
Amarên şer
Wezareta Parastinê ya Îmaratê amareke nû belav kir û ragihand ku wan ji destpêka şer ve 551 mûşekên balîstîk ên Îranê, 29 mûşekên kruz û 2 hezar û 263 dron xistine.
Li gorî amarên fermî yên hikûmeta Îmaratê, ji destpêka vî şerî ve hejmara birîndaran gihiştiye 230î.
Her wiha hejmara kuştiyan gihiştiye 13an ku 10 ji wan sivîl in.