Sefîn Dizeyî pêwendiyên Hewlêr û Enqereyê gotûbêj kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ji bo hinek hevdîtinên fermî çû Enqereyê.
Dizeyî li wir li gel Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Musa Kulaklikaya civiya.
Nirxandina pêwendiyên dualî
Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê li ser wê civînê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, civîn li avahiya Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê hatiye kirin.
Di civînê de rewşa niha ya pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Komara Tirkiyeyê hatiye nirxandin.
Her du aliyan bal kişandiye ser wê yekê ku pêwendiyên dualî bêhtir bên bipêşxistin û xurtkirin.
Aramî û ewlehiya herêmê
Li gorî daxuyaniyê, mijareke din a civînê pêşhatên li herêmê bûn.
Di civînê de bi giştî rewşa siyasî û ewlehiyê ya herêmê hatine gotûbêjkirin.
Her wiha bi taybetî li ser rewşa Herêma Kurdistanê û Îraqê hatiye rawestîn.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku "her du aliyan li ser wan astengên li pêşiya aramiya herêmê dîtinên xwe anîne zimên."
Hevahengiya bênavber
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Sefîn Dizeyî û Musa Kulaklikaya “li ser girîngiya hevahengiyê hevfikr bûn.”
Hat ragihandin ku ji bo aştî, aramî û ewlehiya mayînde ya li herêmê, divê hevahengî bi awayekî bênavber didome û pêwendiyên dualî bi pêş bikevin.