SÛRIYE Û IRAQ - Welatên herî bi xwîn ên cîhanê
Hewlêr (Rûdaw) – Rêxistina "Global Peace Index" raporta salane ya welatên herî aram û yên herî bi xwîn belav kiriye û li gor raportê her yek ji Sûriye, Efxanistan, Sûdana Başûr û Iraqê di rêza welatên herî bi xwîn de ne.
Li gor raportê welatê herî aram ê cîhanê, Îsland e û welatê herî bi xwîn jî, Sûriye ye ku di pileya 163an de ye. Piştî wê jî Efxanistan, Sûdana Başûr û Iraq tên, rêza Iraqê li gor sala par 3 pile baştir bûye.
Di raportê de herwiha amaje bi wê yekê hatiye kirin ku Îsland, New Zeland, Nemsa û Portugal çar welatên herî aram ên cîhanê ne.
Çar welatên herî aram ên cîhanê
1 - Island
2 - New Zeland
3 - Nemsa
4 – Portugal
Çar welatên herî bi xwîn ên cîhanê
1 - Sûriye
2 - Efxanistan
3 - Sûdana Başûr
4 – Iraq
Global Peace Index ji bo danîna rêzbenda welatên herî aram ên cîhanê, xwe bi komek faktoran ve girêdide. Yek ji wan jî şer û pevçûnên navxweyî, hejmara kuştiyên ji aliyê partiyên navxweyî û derve, peywendiyên welatên cîranê, rêjeya tawanê di nav civakê de, hejmara aware û penaberan, îstiqrara siyasî û bandora terorê, xwepêşandanên gelek bi alozî, hêsaniya bidestxistina çek û teqemeniyan ji aliyê xelkê sivîl ve ye.