ÎRAM – ‘Nêzikbûna Rusya û Îranê taktîkî ye’
Enqere (Rûdaw) - Li paytexta Tirkiyê Enqerê nêzikbûna Rusya û Îranê di panelekê de hate gotûbejkirin.
Di panelê de pisporan anîn ziman ku nêzikbûna Rusya û Îranê bandora xwe dê herî zêde li ser Suriyê bike. Herwiha pispor amaje pê dikin ku ev nêzikbûn ne stratejik e .
Navenda Lekolînên Îranê ÎRAM û navenda HARMOONê ku bi taybet di derbarê Suriye de lekolinan dike, li Enqerê bi navê “Nêzikbûna Rusya û Îranê û bandora vê li ser Suriyê” paneleke hevpar lidarxistin.
Di panele de pisporên ÎRAM û HARMOONê nêzikbûna Rusya û Îranê gotubejkirin. Pispor herî zêde li ser mijara “ev nêzîkbun taktîkî ye an stratejik e” sekinîn.
Pisporê HARMOONê Dr. Abdûllah Turkmanî ji Rûdawê re wiha got: “Aliyekî nêzikbûna Rûsya û îranê yê navnetewî heye. Rûsya qerta Îranê li hember aliyê NATOyê bi kar tîne. Îran jî bo xîlala ku ji Îran, Iraq, Libnanê digihe sûriyê pêdiviyê bi vê yekê dike. Ev îtifaqeke taktîkî ye û di demeke dirêj de dê belav bibe.”
Di panelê de operasyona leşkeri ya hêzên Arteşa Azad a Suriyê ya ber bi Idlibê ve jî hate niqaşkirin.
Serokê ÎRAMê Prof. Dr. Ahmet Uysal jî got: “Tirkiye, Îran û Rûsya li vê derê hevkariyê dikin. Lê pêvajoya Astanayê li herêmên din dest pê kir. Niha jî li Îdlibê berdewam dike. Bi rastî ev herêmên bêpevçûn ne mayînde ne. 3 welat dikevîn wê derê û dixwazin bi awayekî demkî pevçûn rawestin, aramî û îstikqrar çêbibe.
Serokomarê Tirkiye Tayyîp Erdogan diyar kir ku leşkerên Tirkiyê jî, dê beşdarî qonaxên dahatûyê yên operasyona Idlibê bibin.