Hemas: Di pêvajoya agirbest û pevguhertina dîlan de rûdanên erênî hene
Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Medyayê yê Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê Tahîr en-Nunu diyar kir ku di mizakereyên nerasterast ên bi Îsraîlê re rûdanên erênî çêbûne.
Nunu di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand ku şandeya Hemasê di mizakereyên ku li bajarê Şerm eş-Şêx ê Misirê berdewam dikin de "berpirsyariya pêwîst û helwesteke avaker nîşan daye û ji bo temamkirina peymanê hewl daye."
Di daxuyaniyê de hat gotin ku navbeynkar ji bo rakirina hemû astengên li pêşiya pêkanîna agirbestê hewlên mezin didin û "li cem hemû aliyan hewayeke geşbîn heye."
Hat destnîşankirin ku di mizakereyan de li ser rawestandina êrişan a bi temamî, vekişîna hêzên Îsraîlê û mekanîzmayên pêkanîna pevguhertina dîlan hatiye sekinîn.
Nunu agahiya "Lîsteyên dîlên ku dê li gorî pîvan û hejmarên li ser lihevhatî bên berdan, bi awayekî dualî hatin mizakerekirin" parve kir.
Li gorî daxuyaniyê, mizakereyên nerasterast bi beşdariya hemû alî û navbeynkaran îro jî berdewam dikin.