The Times: Siûdiyê dixwaze çekên atomî ji Pakistanê bikire
Hewlêr (Rûdaw)- Rojnameyeke berîtanî aşkere kir ku Erebistana Siûdiyê dixwaze çekên atomî ji Pakistanê bikire.
Rojanmeya “The Times“ raporteke hewalgiriyê belavkiriye ku têde diyar dike ku Erebistana Siûdiyê dixwaze hejmarek çekên atomî ji Pakistanê bikire eger hat û Îranê çekên xwe yê atomî bêtir peş bixe.
Li gorî wê raportê, komek rokêtên atomî li cem Pakistanê hene û ew amade ye wan radestî Siûdiyê bike, di dema ku Siûdiyê bixwaze.
Derbarê vê raportê de, Serokê Navenda Kendavê ya Lêkolînan Ebdilezîz Bin Seqir red kir ku nêta Siûdiyê ya kirîna çekên atomî ji Pakistanê hebe.
Seqir ji televizyona el-Erebiye re got “Heta niha ti raport û rêkeftinên bawerpêkirî nînin ku dibêjin Siûdiyê dixwaze çekên atomî bikire”.
Seqir diyar kir ku armanc ji belavkirina van raportan ewe ku guvaşekê li ser Pakistanê çê bikin.
Seqir Herwiha behsa bijarên li ber Siûdiyê kir eger hat û Îranê programa xwe ya atomî raneswtand û got “Eger em hat û Îran bû xwediyê çekên etomî, Siûdiyê û welatên Hevkariya Kendavê wê bixwazin sêbereke etomî ava bikin ji bo ku welatên xwe biparêzin”.
Serokê Navenda Kendavê ya Lêkolînan diyar kir ku berî niha Amerîka û NATOyê sêbereke atomî li ser welatên wek Almanya û Japonê peyda kiribû ji bo ku xwe li hember gef û êrîşên atomî biparêzin.