Ebadî ji Barzanî rica kir…

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ji Serokê Herêma Kurdistanê daxwaza kir ku helwesta wan derbarê nakokiyên di navbera Iraq û Tirkiyeyê de, yek be.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî beriya ku serdana Tirkiyeyê bike, peywendiyek bi telefonê bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re kir.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşhatên siyasî yên wê dawiyê nirxandin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, Mesûd Barzanî destnîşan kiriye ku nakokiyên piştî derbasbûna hêza Tirkiyeyê bo herêma Başîkê derketin, pêwîst e bi rêya diyalogê bêne çareserkirin.

Herwiha hat gotin Ebadî ji Barzanî daxwaza kiriye ku helwesta wan derbarê nakokiyên di navbera Tirkiyê û Iraqê de hevbeş be.


Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dê 9ê Mijdarê serdana Tirkiyeyê bike.