Artêşa Îsraîlê ji Korîdora Netzarimê vedikişe
Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê dest pê kir ku ji Korîdora Netzarimê vekişe.
Vekişîn di çarçoveya agirbesta Îsraîl û Hemasê de pêk tê.
Korîdora Netzarimê bakur û başûrê Xezeyê ji hev diqetîne û artêş ber bi sînor ve vedikişe.
Berpirsekî artêşa Îsraîlê yê ku nexwest navê wî were eşkerekirin ji Ajansa Anadoluyê (AA) re ragihand ku ew ji bo bicihkirina biryarên siyasî amade ne.
Wî berpirsî got, "Em li gorî biryarên siyasî amade ne ku erkdariyên xwe yên di çarçoveya peymanê de bi cih bînin."
Korîdora Netzarimê 27ê Kanûna Paşîn di çarçoveya peymana agirbestê de hat vekirin da ku Filistîniyên li Xezeyê ji başûr ber bi bakur ve herin.