Supaya Pasdaran kuştina du piledarên xwe li Sûriyê ragihand

09-03-2022
RÛDAW
Nîşan Îran Supaya Pasdaran Sûriye Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Supaya Pasdaran a Komara Îslamiya Îranê (IRGC) kuştine du piledarên xwe li Sûriyê ragihand. Li gor Supaya Pasdaran, ew herdû piledar di êrîşa herî dawî ya esmanî ya artêşa Îsraîlê de li nêzîkê Şamê hatine kuştin. Supaya Pasdaran gef xwariye ku tola wan distîne.

Li gor daxuyaniyeke Peywendiyên Giştî yên Supaya Pasdaran, pileya wan herdû kesan emîd-amîral bûye û roja Duşembê 7ê Adara 2022ê di êrîşeke mûşekî ya artêşa Îsraîlê de hatine kuştin.

Supaya Pasdaran ew herdu piledarên xwe wek “Berevanîkerên cihên pîroz ên olî” nasandine û navê wan Îhsan Kerbelayî û Murteza Seîdnejad bûye.

Di daxuyaniyê de Supaya Pasdaran gef li Îsraîlê xwariye û ragihandiye, “Bê guman rejîma ziyonîst dê berdêla vê tawanê bide.”

Ajansa ser bi hikûmeta Sûriyê SANA jî roja Duşembê belav kiribû ku di wê êrîşê de du kes hatine kuştin û zerareke zêde ya maddî jî çêbûye. Lê Ajansa SANAyê negitibû ewên hatine kuştin Îranî ne.

Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê Benny Gantz, piştî êrîşê û bêyî ku berpirsyariya êrîşê bixe stuyê Îsraîlê gotibû, “Îsraîl ji hemû amraz û şiyana xwe ya serbazî sûdê werdigre bo rûbirûbûna wan gefan ku çavkaniya wan Îran e.”

Di 11 salên borî de û piştî Îran beşdarî şerê navxwe yê Sûriyê bû, Îsraîlê gelek caran hêzên Îranî û hêzên nêzîkê Îranê li wî welatî kirine armanc.

Îsraîlê ragihandiye ku nahêle Îran û hêzên hevpeymanên wê li Sûriyê “di warê serbazî de bicîh” bibin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst