Rojî ye lê Xezeyî bi saetan li hêviya pariyek nan dimînin

Xeze (Rûdaw) – Hejarî û birçîbûnê di meha Remezanê de jî berstika Xezeyiyan bernedaye.

Xelkê Xezeyê yê ku ketiye ber çerxeke şerekî mêrkuj ji bo nan bi saetan di dorê de dimîne.

Ev dîmenên dora nên hema bêje her roj ducare dibin.

7 saet dor

Emîn Ebû Şehle ji Rûdawê re got:

"Em ji saet şeşê sibehê heta saet yekê nîvro di rêzê de disekinin da ku pênc nanan bistînin.

5 nan ji bo malbateke 7-10 kesî pir kêm in. Hejmara nanpêjan jî pir kêm e û na têrî xelkê nake.”

Bi rastî em xelkê Xezeyê di rewşeke pir dijwar de ne.

Ji bilî vê em ji destê kêmbûna gaz û sotemenî û êzingan dinalin. Ew li bazaran jî pir biha ne.”

Nebûna gaz û sotemeniyê, dar û êzing jî biha kirine.

Ji ber vê yekê jî şêniyên Xezeyê nikarin nan li malên xwe çêkin û ji lewma neçar in bi demjimêran di rêzê de bisekinin da ku nan bibin mala xwe.

"Nan bi destê min neketiye"

Reca Eqadê Xezeyî diyar kir ku carinan nan bi destê wan nakeve û li pey çû:

"Ji carekê zêdetir li vê firûnê di rêzê de sekinîme û nan bi destê min neketiye.

Ev cara duyem e ku îro di rêzê de disekinim bi hêviya em ku nanekî bibim mala xwe.

Li malê gaz û darên me tunin ku nan çêkim. Dêya min nexweş e, nikare tenê birincê bixwe, ez neçar im nan jê re peyda bikim."

Li bazarên Xezeyê jî rewş ne gelekî cihê ye. Kêmbûna kel û pelan bûye sedema bihabûnê û qelsbûna bazarê.

“Em bê paşîv rojiyê digirin”

Fatima Şaîra ji Rûdawê re qala paşîva xwe kir:

"Em nikarin ji bo zarokên xwe paşîvê amade bikin, her tişt pir giran e û ji bilî vê jî peyda nabe.

Em bi xwe bê paşîv rojiyê digirin lê pêwîstiya zarokên me pê heye.

Mesrefê her du xwarinan pir giran e û xelkê Xezeyê nikare vî barê giran hilgire.

Behsa cil û bergan jî nakim, ew pir giran in."

Mehmûd Necar bi gotinên "Keskahî pir biha ye. Zebeş, bacanê sor û xiyar ji hemûyan girantir in. Her wiha bihayê cil û bergan jî baş e ku neyê behskirin. Li Xezeyê her tişt giran e” dabaşa rewşê kir.

Îsraîlê ji ber derketina pirsgirêkên di qonaxa duyem a dan û standinan de deriyên sînorî yên li gel Xezeyê girtine û rê li ber alîkariyên girtiye.

Ji ber vê, pêdiviyên bingehîn kêm dibin û li bazaran pir giran dibin. Di heman demê de xelkê Xezeyê dilgiran e ku dîsa şer dest pê neke.

Lê dîsa jî çirûskeke hêviyê heye ku şer ji binî mala xwe bar bike û ew li jiyana xwe ya bi der û cîranên xwe re vegerin.