Seferên trênê yên navbera Wan û Tehranê dest pê dikin
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Gihandin û Binesaziyê yê Tirkiyeyê Abdulkadîr Uraloglu ragihand ku trêna rêwiyan a Wan-Tehranê dê îro ji Tehranê rê bikeve û sefera ewil a ji Wanê jî dê sibe çêbibe.
Abdulkadîr Uraloglu di daxuyaniya xwe ya nivîskî de bi bîr xist ku piştî hevdîtinên bi Îranê re biryar hat dayîn ku seferên trêna rêwiyan a navbera Wan û Tehranê ji nû va bên destpêkirin.
Abdulkadîr Uraloglu bal kişand ser wê yekê ku hevkariya rêyên hesinî ya navbera Tirkiye û Îranê ji bo xurtkirina çûnûhatina herêmê û zêdekirina çalakiyên geştyariyê girîng e.
Uraloglu destnîşan kir ku ji nû ve destpêkirina seferên trênê ya navbera Wan û Tehranê dê têkiliyên aborî û çandî zêdetir xurt bike.
Sefer dê her hefte du caran çêbibin
Bi gotina Uraloglu trêna Kompanyaya Veguhastina Rêwiyan a Îranê (RAJA) ku ji 7 wagonên razanê yên bi kapasîteya 40 kesî pêk tê, dê hefteyê du caran ji her du aliyan seferê bike.
trêna ku dê ji aliyê Şirketa Veguhastina Rêwiyan a Îranê (RAJA) ve bê xebitandin, her hefte du caran biçe û bê.
Wezîrê Gihandin û Binesaziyê yê Tirkiyeyê her wiha got:
“Trêna navborî îro dê ji Tehranê bi rê bikeve. Ji bo ku ji Wanê here Tehranê jî dê 10ê Adarê roja Duşemê bi rê bikeve.
Trêna rêwiyan a Wan-Tehranê dê rojên yekşem û çarşemê ji Tehranê, rojên duşem û pencşemê jî ji Wanê bi rê bikeve.
Rêwiyên me bi saya rêya hesin dê rêwîtiyeke 22 saetan a bikonfor bikin."
Uraloglu da zanîn ku trêna ku di navbera 2019-2020an de dixebitî û ji ber Covîd-19yê navber dabû seferên xwe, qasî 10 hezar rêwî biribû û anîbû.