Hewlêr (Rûdaw) - Behreynê ragihand ku di êrişa bi dronan a Îranê de, hejmara birîndaran derketiye 32yan.
Hat zanîn ku rewşa 4 kesan ji wan giran e.
Wezareta Tenduristiyê ya Behreynê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di êrişa bi dronan a li ser bajarê Sîtroyê de hejmara birîndaran zêde bûye.
Rewşa 4 kesan giran e
Hat destnîşankirin ku hejmara birîndaran gihîştiye 32yan û rewşa 4an ji wan giran e.
Wezareta Karên Navxwe ya Behreynê berê eşkere kiribû ku di êrişa bi dronan a li Sîtroyê de yek jê giran hinek kes birîndar bûne û gelek xaniyan jî zerer dîtiye.
Şer 28ê Sibatê dest pê kir
Aloziya herêmî piştî ku Amerîka û Îsraîlê 28ê Sibatê dest bi êrişeke berfireh a li ser Îranê kir zêde bûye.
Heta niha di van êrişan de zêdetirî hezar kesî mirine.
Di nav kuştiyan de Rêberê Îranê Elî Xamineyî û berpirsên payebilind ên leşkerî hene.
Îranê jî bi êrişên berfireh ên bi mûşekan bersiv daye û gelek bajarên Îsraîlê û baregeh, avahiyên dîplomatîk û personelên leşkerî yên Amerîkayê yên li seranserê herêmê kirine hedef.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse