Îmarat: Konsulxaneya me ya Hewlêrê bi dronan hatiye armanckirin

Hewlêr (Rûdaw) - Îmaratê ragihand ku li Herêma Kurdistanê bi dronan li konsulxaneya welatê wan hatiye xistin.

Li gorî zanyariyên destpêkê, êrişê ziyaneke madî çêkiriye lê ti ziyaneke canî yan jî birîndarbûn lê çênebûye.

Berê sibeha îro Wezareta Karên Derve ya Îmaratê tekez kir ku ev êriş "pêngaveke metirsîdar e û gef e bo ser asayîş û aramiya navçeyê."

Wezaretê amaje bi wê yekê jî kiriye ku armanckirina nûnertî û baregehên dîplomatîk, "binpêkirineke tund a hemû prensîb û yasayên navneteweyî ye."

Her çend di daxuyaniyê de amaje bi wî cihî nehatiye kirin ku dron jê hatiye avêtin jî lê hikûmeta Îmaratê daxwaz ji desthilatdarên navxweyî kiriye ku "yekser dest bi lêkolînê bikin di hûrgiliyên vê êrişê de bo destnîşankirina wan aliyên berpirsyar û hemû rêkarên pêwîst bigirin ber da ku sizadana wan kesên li pişt vî karî bûn bê misogerkirin."

Ev êriş di demekê de ye ku navçe bi giştî di navenda milmilaneyeke tund a leşkerî de ye.

Berê jî hişyarî hatibû dayîn ku grûpên çekdar nûnertiyên dîplomatîk li Îraq û Herêma Kurdistanê bikin armanc.