Îran êrişên xwe yên li ser welatên Kendavê dijwartir dike

12 demjimêr berê
Nîşan Îran Êriş Kendav
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îran êrişên xwe yên li ser welatên Kendavê dijwartir dike û hat ragihandin ku di êrişan de qurbanî hene.

Erebistana Siûdî, Behreyn, Kuweyt û Qeterê ragihand ku wan rêzeêrişên bi mûşek û dronan ên Îranê têk birine.

Li Erebistana Siûdî 111 mûşek û dron hatin têkşikandin

Wezareta Parastinê ya Erebistana Siûdî amarên êrişên "têkşikandî" yên hefteya borî belav kirin.

Li gorî amaran, pergala parastinê karîbûye li pêşiya 111 gefên asmanî bibe asteng ku wiha ne:

97 dron

7 mûşekên balîstîk

7 mûşekên krûz

Van êrişan hinek herêmên stratejîk ên Erebistana Siûdî kirin armanc ku hinek ji wan ev in:

20 êrişên li ser Riyad û derdora wê

10 êrişên li ser qada petrolê ya Şeybeyê

7 êrişên li ser Baregeha Asmanî ya Şahzade Sultan

Li Behreynê zererên canî û madî çêbûn

Rewşa Behreynê îro ji ya hemû herêmên din dijwartir bû.

Wezareta Karên Navxwe ya Behreynê ragihand ku di encama êrişa bi dronan a li ser herêma Sîtroyê de, çend 32 birîndar bûne.

Li gorî daxuyaniyê, rewşa 4 birîndaran giran e.

Ji bilî xisarên canî, zerereke zêde ya madî jî gihiştiye mal û milkên welatiyan.

Rewşa Qeter û Kuweytê

Wezareta Parastinê ya Qeterê belav kir ku berê sibeha îro hêzên çekdar ên welêt rûbirûyî êrişeke bi mûşekan bûne ku Dewleta Qeterê kiribû hedef.

Di heman demê de li Kuweytê, parastina asmanî gelek mûşek û dron têk şikandin.

Wezareta Elektrîk û Avê ya Kuweytê ragihand ku di encama êrişan de şewateke sînordar bi yekê ji tankên sotemeniyê yên santrala elektrîkê ya "Sebiyeyê" ketiye.

Lê tîmên parastina sivîl agir kontrol kiriye û ti xisarên canî çênebûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst