Trump: Em dê biryara qedandina şer bi Netanyahu re bidin

12 demjimêr berê
Nîşan Şer Îran Donald Trump Benjamin Netanyahu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku biryara qedandina şerê li dijî Îranê dê bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re "hevbeş" be.

Trump her wiha got, "Eger ez û Netanyahu nebûna, dê Îranê Îsraîl tune bikira."

Donald Trump di hevpeyvîneke bi rêya telefonê de ji rojnameya The Times of Israelê re axivî.

Trump ragihand ku ew dê derbarê dema bidawîhatina şerê Îranê bi Benjamin Netanyahu re biryareke hevpar bidin.

Serokê Amerîkayê got, "Ez dê di demeke rast de biryarê bidim lê dê hemû tişt li ber çavan werin girtin."

“Îran bi xwe tune dibe”

Trump destnîşan kir ku Amerîka û Îsraîl bi hev re kar dikin û pê de çû:

"Îranê dixwest Îsraîlê û hemû derdora wê tune bike lê niha hûn dibînin ku ew bi xwe tune dibin.

Niha Îran di rewşeke gelekî xerab de ye û dê rewşa wan xerabtir jî bibe."

Trump her wiha anî zimên, "Me welatek têk bir ku dixwest Îsraîlê ji ser nexşeyê paqij bike."

Amerîka û Îsraîl ji 28ê Sibata 2026an bi hevbeşî êrişî Îranê kir.

Di wê êrişa berfireh de Rêberê Îranê Elî Xamineyî hat kuştin.

Trump di wê baweriyê de ye ku eger ew û Netanyahu nebûna, "Dê niha Îsraîl tune bûya."

Rêberê nû yê Îranê û darizandina Netanyahu

Trump li ser hilbijartina Mucteba Xamineyî ya wekî rêberê nû yê Îranê got, "Em dê bibînin ka dê çi biqewime."

Trump berê hişyarî dabû û gotibû, heke serkirdeyekî nû yê Îranê razîbûna Koşka Spî bi dest nexe "ew dê zêde li ser desthilatê nemîne."

Trump di beşeke din a axaftina xwe de careke din bangî Serokê Îsraîlê Isaac Herzog kir.

Trump ji Herzog xwest ku "lêborîna taybet" ji bo Netanyahu derxe ku niha bi tohmeta gendeliyê tê darizandin.

Serokê Amerîkayê daxwaza xwe wiha anî zimên, "Em dixwazin bala Benjamin Netanyahu li ser şer be, ne li ser darizandineke bêwate be."

“Gelek kom dê çekên xwe deynin”

Trump li ser bandora vî şerî ya li ser komên çekdar ên wekî Hemasê jî axivî.

Li gorî Trump, lawazbûna Îranê dê bibe sedem ku gelek komên çekdar neçar bimînin û çekên xwe deynin.

Berdevka Koşka Spî Karoline Leavittê berê ragihandibû ku li gorî pêşbîniyên Washingtonê, dê şerê bi Îranê re 4 heta 6 hefteyên din bajo.

Lê Trump dide zanîn ku heta ew bigihin armancên xwe, ew dê bi Netanyahu re di nava hevahengiyeke berdewam de bin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst