TEHRAN - Vê carê hedef enerjî ye

Hewlêr (Rûdaw) - 8ê Adarê, êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li Tehranê li gorî rojên berê kêmtir bûn lê binesaziya enerjî û sotemeniyê ya Îranê hat armanckirin.

Biryargeha Xatemul Enbiyayê ya Îranê ragihand ku eger êrişên li binesaziya enerjiya Îranê didomin, ew dê jî binesaziya enerjiya welatên din bikin armanc û bi vê yekê dê bihayê petrolê gelekî bilind bibe.

Di roja nehan a şerê Amerîka û Îsraîlê yê li gel Komara Îslamî ya Îranê de, li nav bajarê Tehranê û derdora wê çend armancên leşkerî bi balafir û mûşekan hatin bombebarankirin.

Lê belê hûrbûna êrişan zêdetir li sektora enerjiyê û depoyên petrol û sotemeniyê bû.

Êrişên li ser sektora enerjiya Îranê

Balafirên şer ên Îsraîlê şeva şemiyê û berê sibeha yekşemê êrişî depoyên sotemeniyê û xetên veguhastina petrol û gaza Îranê kir.

Şeva şemiyê depoyên petrolê yên li başûrê Tehranê hatin armanckirin.

Berê sibeha yekşemê jî rafîneyek û depoya petrolê ya Eqdesiyeyê ya li rojhilatê Tehranê, depoya petrolê ya Şehrakê ya li rojavayê Tehranê û depoya petrolê ya Ferdîsê ya li Kerecê hatin armanckirin.

Êvêra Yekşemê jî depoya sotemeniyê ya li Balafirgeha Girava Qişmê ya li başûrê Îranê hat bombebarankirin.

Alîkarê Parêzgarê Elborzê ragihand ku di êrişa Kerecê de 6 kes hatine kuştin û 21 kes jî birîndar bûne.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wê çend depoyên sotemeniyê yên girêdayî Supaya Pasdaran kirine armanc.

Wê her wiha diyar kir ku ew cihên ku hatine bombebarankirin, navendên dabînkirina sotemeniyê bûn ji bo dezgehên leşkerî yên Îranê.

Şirketa Dabeşkirina Berhemên Petrolê ya Îranê piştrast kir ku depoyên petrolê yên li parêzgehên Tehran û Kerecê û boriyên veguhastina sotemeniyê yên wî welatî hatine armanckirin û zerer dîtine.

Wê şirketê her wiha ragihand ku di êrişan de 4 karmendên Wezareta Petrolê hatine kuştin.

Wezîrê Petrolê yê Îranê Muhsîn Paknejad diyar kir, armanca bombebarankirina binesaziya enerjiyê û depoyên sotemeniyê yên Îranê ew e ku "xelk tûşî pirsgirêkan bibe."

Paknejad anî zimên ku wan tevdîrên pêwîst stendine da ku pirsgirêka kêmbûna sotemeniyê dernekeve.

Berdevkê Biryargeha Xatemul Enbiyayê ya Îranê Îbrahîm Zulfiqarî jî ragihand, "Eger pêşî li êrişên li binesaziya Îranê neyê girtin, em dê jî êrişên hevşêwe bikin."

Zulfiqarî destnîşan kir, eger ew êrişên hevşêwe bikin, dê bihayê bermîleke petrolê bi ser 200 dolarî bikeve.

Li gorî çavkaniyên Amerîkayê, Amerîka ji wan êrişên Îsraîlê yên li ser dezgehên petrola Îranê nerihet e.

Malpera Axiosê belav kir ku Amerîkayê wisa dizanibû Îsraîl dê tenê bi awayekî sembolîk binesaziya petrola Îranê bombebaran bike, ne bi awayekî ew qas berfireh.

Her ji bo vê mebestê Jared Kushner û Steve Witkoff serdana Îsraîlê dikin.

Êrişên li ser baregehên ewlehî û leşkerî didomin

Yekşemê li nav bajarê Îsfehanê êrişî çend cihan hat kirin. Di nav wan cihan de Baregeha 22yê Behmenê ya Supaya Pasdaran a li bakurrojhilatê Îsfehanê, binkeyeke polîsan û çend cihên din hebûn.

Artêşa Îsraîlê Yekşemê ragihand ku wê li Balafirgeha Îsfehanê çend balafirên şer ên F-14an ên Îranê bombebaran kirine.

Li bajarê Necef Abadê yê parêzgeha Îsfehanê jî, navenda fermandariyê ya Rêxistina Îstixbaratê ya Supaya Pasdaran, fermandariya polîsan û her du baregehên Aşûra û Îmam Elî yên Supaya Pasdaran hatin bombebarankirin.

Cîgirê Parêzgarê Îsfehanê ragihand ku li bajarê Necef Abadê 19 kes hatine kuştin û hejmareke zêde ya kesan jî birîndar bûne.

Berê sibeha yekşemê jî li 5 kîlometreyiya bajarê Behbehanê yê parêzgeha Xuzistanê, armancek li nav bajarokê pîşesaziyê yê Wehdetê hat bombebarankirin.

Çend şêniyên Behbehanê li ser medyaya civakî belav kiriye û gotiye:

"Supaya Pasdaran baregeheke avêtina mûşekan li wî bajarokê pîşesaziyê danîbû û ew der hat bombebarankirin."

Her wiha li nav bajarên Felawercan, Fûladşehr û Şahînşehrê yên Îsfehanê jî baregehên Supaya Pasdaran û polîsan hatin bombebarankirin.

Beriya nîvroya Yekşemê bilindahiyên derdora bajarê Yezdê ku bi çiyayên pişta Parka Kuhestanê tên naskirin, di rojên borî de çendîn caran hatin bombebarankirin.

Li wan bilindahiyan baregeheke leşkerî û mûşekî ya Supaya Pasdaran hatiye bombebarankirin.

Li taxa Zenbîlabadê ya bajarê Qûmê, baregeha sereke ya Rêveberiya Îstixbarata parêzgeha Qûmê hat bombebarankirin.

Her wiha êrişî Rêxistina Îstixbaratê ya Supaya Pasdaran a li bajarê Qûmê jî hat kirin.

Alîkarê Parêzgarê Qûmê yê Kar û Barên Siyasî û Ewlehiyê Murtaza Heyderî diyar kir ku li taxên Zenbîlabad, Bajarokê Şehab û Sefayiyeyê çend cih hatine bombebarankirin.

Li bajarê Zencanê jî êrişî du avahiyên hikûmî hat kirin. Li gorî rapora ajansa fermî ya hikûmeta Îranê, di encama êrişên li wî bajarî de 8 kes hatine kuştin.

Demjimêr 16:00ên piştî nîvroya yekşemê çend armanc li nav bajarê Ehwazê yê parêzgeha Xuzistanê bi mûşekan hatin bombebarankirin.

Heta niha bombebarankirina du baregehên sereke yên polîsan, baregeha Hêzên Bejayî ya Artêşê û armancek li Kolana Wehabiyê ya taxa Kiyanparsê hatine piştrastkirin.

Artêşa Îsraîlê yekşemê daxuyand ku wê zêdetirî 400 armancan li rojava û naverasta Îranê bombebaran kirine.

Rojavayê Îranê dikeve Rojhilatê Kurdistanê û parêzgeha Xuzistanê.

Navenda Hêzên Asmanî ya Supaya Pasdaran, 50 depoyên cebilxaneyê yên artêşê û Supaya Pasdaran, çend baregehên polîsan û stargehên hêzên piyade yên Supaya Pasdaran hatine armanckirin.

Artêşa Îsraîlê her wiha destnîşan kir ku wan roja Şemiyê li Tehranê, Berpirsê Ofîsa Leşkerî ya Rêber û Serokê Navenda Fermandariya Xatemul Enbiyayê ya Îranê Ebûlqasim Babayiyan kuştiye.