Îran: Girtina Hurmizê dê aboriya cîhanê felc bike

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Komîsyona Veberhênanê ya Jûra Bazirganiyê ya Îranê Ferşîd Şukirxudayî ragihand ku encamên aborî yên şer ne tenê ji bo welatên herêmê ne û dê hemû cîhanê li xwe bigirin.

Wî hişyarî da ku eger Tengava Hurmizê were girtin, dê li seranserê cîhanê mesrefên hilberînê bi awayekî nedîtî zêde bibin.

Ferşîd Şukirxudayî li ser mijarê daxuyaniyek da û got:

"Şer çi qasî dirêj bibe, dê encam û zextên aborî yên ji aliyê şirketên darayî û sîgortayan ve li ser berpirsên welatên Rojava û Amerîkayê zêdetir bibin."

Wî anî zimên ku dê encamên vî şerî bandorê li hemû welatan bikin.

Girtina Tengava Hurmizê

Şukirxudayî diyar kir ku di egera girtina Tengava Hurmizê de, dê aboriya cîhanê rûbirûyî astengiyên mezin bibe.

Wî da zanîn ku dê mesrefê hilberînê bi awayekî berbiçav zêde bibe.

Şukirxudayî destnîşan kir ku ev yek dê ne tenê welatên herêmê, hemû cîhanê jî bihejîne.

Wî berpirsê Îranî daxuyand ku Îranê bi rêya birêvebirina hatin û çûyîna li Tengava Hurmizê, careke din şiyan û hêza xwe ya leşkerî û ewlehiyê di parastina xaka xwe de nîşan daye.

“Berpirsyar Amerîka û Îsraîl in”

Şukirxudayî qala wê yekê kir ku beşeke mezin a petrol û gaza xwezayî (LNG) a welatên Kendavê di vê tengavê re tê veguhastin û biland:

"Eger ev rê were girtin, berpirsyariya bilindbûna bihayê petrolê li cîhanê û kêmbûna sotemeniyê li ser milê Îsraîl û Amerîkayê ye ku wan bi xwe ev şer daye destpêkirin."