Tirkiyeyeyê hişyariyeke tund da Îranê: Balyozê Îranê hat gazîkirin

5 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îran Tirkiye Burhanettîn Duran Recep Tayyîp Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tirkiyeyê li ser mûşeka balîstîk a ku ji Îranê ve ji bo nav axa wê hatibû avêtin û li Dîloka Bakurê Kurdistanê hatibû xistin, hişyariyeke tund da Tehranê.

Tirkiyeyê her wiha bo careke din Balyozê Îranê yê li Enqereyê gazî Wezareta Karên Derve kir.

Serokê Daîreya Pêwendiyan a Tirkiyeyê Burhanettîn Duran ragihand ku mûşekeke balîstîk a ji Îranê ve hatibû avêtin, li asmanê navçeya Şahînbeyê ya parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê ji aliyê yekîneyên parastina asmanî û mûşekî yên NATOyê ve di dema xwe de hatiye têkbirin.

Duran di hesaba xwe ya fermî ya medyaya civakî de hûrgiliyên bûyerê parve kirin û destnîşan kir ku di bûyerê de ti zerereke canî çênebûye û kes birîndar nebûye.

Parçeyên mûşekê jî li devereke çol ketine xwarê.

Serokê Daîreya Pêwendiyan her wiha got, "Îrade û şiyana dewleta me ji bo parastina asayîşa asman û sînorên me di asta herî bilind de ye."

Duran hişyariyeke tund da Tehranê û got, "Careke din bi tundî hişyariyê didin hemû aliyan, bi taybetî Îranê ku xwe ji wan karan dûr bigirin ku asayîşa herêmê û xelkê sivîl dixin metirsiyê."

Duran di peyama xwe de daxwaz ji welatiyan û dezgehên ragihandinê jî kir ku hay ji zanyariyên çewt hebin ku dibin sedema tirsê û tenê pişta xwe bi daxuyaniyên fermî girê bidin.

Balyozê Îranê hat gazîkirin

Ji ber vê bûyerê, Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê Balyozê Îranê yê li Enqereyê Dr. Mihemed Hesen Hebîbulahzade gazî kir.

Di hevdîtinê de dilgiraniyên kûr ên Enqereyê gihîştin Balyozê Îranê û daxwaza zelalkirineke bilez ji Tehranê hat kirin.

Ev cara duyem e di nava hefteyekê de ku Balyozê Îranê tê gazîkirin; cara yekem di 4ê Adara îsal de bû ku bi heman mebestê nota nerazîbûnê ya Tirkiyeyê pê hatibû dayîn.

Gefên Erdogan

Gazîkirina Balyozê piştî gotareke tund a Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan hat.

Erdogan îro piştî civîna kabîneya welatê xwe gotibû, "Tevî hişyariyên me yên ciddî, berdewam gavên gelekî şaş û provokatîf tên avêtin ku dostaniya Tirkiyeyê dixe rewşeke zehmet."

Erdogan hişyarî da desthilatdarên Îranê û wiha got, "Nabe herin nav hesaban ku birîneke kûr di dil û hişê gelê me de çêbike û siyê bixe ser pêwendiya hezar salî ya cîrantî û biratiya me.

Careke din bi bîra wan tînim ku nabe li ser şaşiyê rijd bin û pêdagiriyê lê bikin."

Ji destpêka şerê Amerîka û Îsraîlê yê li gel Îranê di 28ê Sibatê de, ev duyemîn mûşeka balîstîk e ku arasteyî axa Tirkiyeyê tê kirin û ji aliyê sîstemên NATOyê ve tê xistin.

Şerê di navbera aliyan de niha ketiye roja xwe ya 10emîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst