Axaftina Erdogan û Pizîşkiyan: Îranê êrişên mûşekî red kirin

5 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Mesûd Pizîşkiyan Recep Tayyîp Erdogan Îran Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi telefonê li gel Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan axivî.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Serokkomariya Îranê ve hatiye belavkirin de, Pizîşkiyan destnîşan kir ku ew êrişên mûşekî red dikin û amade ne tîmeke lêkolînê ya hevpar ava bikin.

Pizîşkiyan di hevdîtinê de diyar kir ku Îsraîl û Amerîka hewl didin di navbera Îran û welatên cîran de nakokiyan derxînin û dezgehên medyayî yên ser bi wan ve îdiayên bi vî rengî belav dikin ku qaşo Îranê bi mûşekan êrişî Tirkiyeyê kiriye.

Wezareta Parastina Neteweyî ya Tirkiyeyê (MSB) derbarê mûşeka balîstîk a ku ji Îranê hatibû avêtin û di qada hewayî ya Tirkiyeyê de hatibû bêbandorkirin de daxuyaniyek dabû û tê de gotibû, "Hin parçeyên cebilxaneyê li Dîlokê ketine nava zeviyên vala.

Di bûyerê de ti ziyaneke canî yan jî birîndarbûn çênebûye."

Piştgirî bo Herêma Kurdistanê

Erdogan bal kişand ser helwesta serkirdeyên Herêma Kurdistanê ya li hemberî şer û ev tişt gotin:

"Em daxuyaniyên birayên xwe yên li Herêma Kurdistanê ya Îraqê bi kêfxweşî pêşwazî dikin û ji dil bawer in ku ew dê neyên vê lîstikê.

Divê ti kes hesabên şaş neke û nekeve xefika tora komkujiyê ya Siyonîst ku dixwaze bira bi bira bide kuştin.

Ez careke din tekez dikim ku em li hemberî her cure senaryoyekê ne ku pêvajoya me ya Tirkiyeya bê error asteng bike û derbeyê li aramî û paşeroja herêma me bixe.”

“Em avê dibin ser agir”

Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku herêm bi "xelekeke agir" hatiye dorpêçkirin û tekez kir ku armanca Tirkiyeyê temirandina agir e.

Erdogan diyar kir ku hin alî ji bo têkbirina aramiya herêmê "benzinê bi ser agir de dikin" û got, "Em avê dibin ser agir û têkoşîneke samîmî didin ji bo kontrolkirina wî agirî."

Tedbîrên parastinê: 60 hezar personel û xurtkirina F-16an

Erdogan diyar kir ku asta amadekariya leşkerî ya Tirkiyeyê di asta herî jor de ye û qala tedbîrên şênber ên hatine wergirtin kir.

Serokkomarê Tirkiyeyê behsa amadekariyên welatê xwe kir û got:

“Bi F-16an, balafirên hişyariya pêşwext a hewayî û balafirên tanker re qada asmanî ya Tirkiyeyê bê navber tê şopandin.

Bi nêzîkî 60 hezar personelî re li ser xeta sînor tedbîrên ewlehiyê yên di asta herî jor de hatine wergirtin.”

Erdogan da zanîn ku ji bo bihêzkirina parastina Komara Tirk a Qibrîsê 6 balafirên şer ên F-16 û sîstemên berevaniya asmanî yên pêşketî li giravê hatine bicihkirin

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst