Hewlêr (Rûdaw) - Hîn 24 demjimêr di ser agirbesta 2 hefteyî ya navbera Amerîka û Îranê re derbas nebûne ku li Tengava Hurmizê krîz derket.
Medyaya Îranê ragihand ku tengav li ber trafîkê hatiye girtin û tanker vedigerin.
Supaya Pasdaran jî bi hinceta rîska "mayînên deryayî" li beravên xwe ji bo keştiyan rêyên nû diyar kirin.
Mercê herî krîtîk ê "bêhnvedana dîplomatîk" a 14 rojan vekirina Tengava Hurmizê bû ku pêşbînî dikir Amerîka û Îsraîl operasyonên xwe yên li ser Îranê rawestînin.
Lê ev pêvajo li qadê rastî astengiyan hat.
Tankera "AUROURA"yê vegeriya
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Farsê ya nîvfermî ya Îranê ku spartiye sîstemên şopandina trafîka deryayî, Tengava Hurmizê bi awayekî defakto li ber trafîka keştiyên navneteweyî hat girtin.
Di nûçeyê de hat diyarkirin ku tankera petrolê ya bi navê "AUROURA"ya ku li ber derketina Deryaya Umanê bû, dema nêzîkî beravên Musandamê (Herêma Xesebê) ya Umanê bûye ji nişka ve ziviriye.
Hat gotin ku tankera "AUROURA"yê vegeriyaye nav Kendava Besreyê.
Ev guhertina rêyê li herêma hestiyar a di navbera Girava Larakê û Nîvgirava Musandamê de pêk hat ku yek ji xalên herî stratejîk ên cîhanê ye.
Vê yekê di bazarên enerjiya cîhanî de rê li ber dilgiraniya "Gelo tengav dîsa hat girtin?" vekir.
Hişyariya "mayînan" a Supaya Pasdaran û ferzkirina rêyên nû
Piştî van rûdanan Hêzên Deryayî yên Supaya Pasdaran a Îranê daxuyaniyeke belav kir.
Di daxuyaniya ku di Ajansa Nûçeyan a Mehrê de cih girtiye de hat îdiakirin ku di rêya asayî ya çûn û hatinê de îhtîmala hebûna "mayînên deryayî" heye.
Her wiha hat ragihandin ku ji bo ewlehiya keştiyan du rêyên alternatîv hatine diyarkirin.
Li gorî nexşeya nû ya deryayî ya ku ji aliyê Supaya Pasdaran ve hatiye belavkirin, êdî keştiyên navneteweyî neçar in wan rêyan bi kar bînin ku di bakur û başûrê Girava Larakê re derbas dibin û nêzîktirî avên Îranê ne.
Di daxuyaniyê de hat gotin:
"Bi armanca parastina ewlehiya keştiyan û jiholêrakirina rîska mayînan a îhtîmalî, mecbûrî ye ku hemû keştî bi Hêzên Deryayî re di nava hevahengiyê de tevbigerin û rêyên nû yên diyarkirî heta demeke nediyar bi kar bînin."
Agirbest di metirsiyê de ye?
Ev gava Îranê, bi mercên agirbestê re nakok e ku Serokê Amerîkayê Donald Trump doh ragihandibû.
Madeya herî bingehîn a peymana ku bi navbeynkariya Pakistanê hatibû kirin ew bû ku Tengava Hurmizê ya ku ji 28ê Sibatê ve girtî ye "demildest û bi awayekî ewle" li ber trafîka cîhanê were vekirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse