Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Yattayê ya li bajarê Xelîlê (Hebron) yê Filistînê bûn "Bajarên Destebira."
Ji ber şert û mercên şer ên li herêmê û astengiyên çûn û hatinê, aliyan nekarî werin ba hev.
Wan ev peyman bi rêya platformeke dîjîtal û bi merasîmeke îmzekirinê pêk anî.
Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Şaredarê Yattayê Jamil Awad, Berpirsê Beşa Plansaziya Stratejîk Iyad Hemad û endamên meclîsê tevlî hevdîtinê bûn.
Şaredarê Yattayê Jamil Awad di merasîmê de axivî û destnîşan kir ku gelên Kurd û Filistînê di pêvajoyên dîrokî û zehmetiyên mîna hev re derbas bûne.
Jamil Awad diyar kir ku ev wekhevî di navbera her du gelan de girêdaneke xwezayî ava dike.
Awad anî ziman ku peymana hatiye îmzekirin dê van pêwendiyan bi awayekî fermî û sazî bike.
"Hatina aramiyê xwedî girîngiyeke jiyanî ye"
Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun jî di hevdîtinê de peyamên aştiyê dan.
Hevserokan diyar kir ku hatina aramiyê ya Rojhilata Navîn, hem ji bo Kurdan hem jî ji bo Filistîniyan xwedî girîngiyeke jiyanî ye.
Wan destnîşan kir ku ev hevkarî di rêya avakirina paşerojeke tijî aştî de, xwedî girîngiyeke sembolîk û pratîk e.
Hevkariyeke berfireh
Ev peymana ku hatiye îmzekirin, di navbera her du şaredariyan de tenê bi dostaniyeke sembolîk sînordar namîne.
Peyman di warên teknîkî û civakî de hevkariyeke kûr li pêş çavan digire.
Di çarçoveya peymanê de xalên ku derdikevin pêş ev in:
-Dê di xizmetguzariyên şaredariyê, birêvebirina baş, çûn û hatin û projeyên binesaziyê de zanyarî û tecrube werin parvekirin.
-Parastina mîrateya çandî, pêşangehên hevbeş, serdanên dualî yên şandeyên hunerî û "Rojên Çandê" dê werin lidarxistin.
-Bernameyên serkêşiya ciwanan, tûrnûvayên hevbeş ên werzişê û projeyên biratiyê yên di navbera zanîngehan de dê werin pêkanîn.
-Li ser mijarên teknîkî yên wekî Pergalên Zanyariyan ên Cografî (GIS), sepanên bajarên zîrek û plansaziya rewşên awarte dê xebatên hevbeş werin meşandin.
-Dê bazirganiya xwecihî were zindîkirin, piştgirî ji bo karên destan ên kevneşopî were dayîn û hevdîtina şandeyên aborî were pêkanîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse