Îsraîlê li Beyrûtê da: Şêwirmend û biraziyê Neîm Qasim hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de eşkere kir ku wan di êrişeke li Beyrûta paytexta Libnanê de, sekreterê taybet û şêwirmendê Neîm Qasim ê Sekreterê Giştî yê Hizbulahê kuştiye.

Li gorî daxuyaniya artêşa Îsraîlê, hêzên wan li Beyrûtê "Elî Yûsif Herşî" kuştiye ku sekreterê taybet û biraziyê Neîm Qasim bûye.

Artêşa Îsraîlê diyar kir ku Elî Yûsif Herşî kesekî nêzîk û şêwirmendê taybet ê Sekreterê Giştî bûye.

Li gorî Îsraîlê "Roleke wî ya navendî di birêvebirin û asayîşa ofîsa Neîm Qasim de hebûye."

Di beşeke din a daxuyaniyê de hat gotin ku şeva borî artêşa Îsraîlê êrişî du deriyên serekî yên din ên li Libnanê kiriye.

Ew dibêjin ku ew derî ji aliyê çekdarên Hizbulahê ve ji bo veguhastina "bi hezaran keresteyên leşkerî, mûşek û platformên avêtina mûşekan" ji bakurê Çemê Lîtanî ber bi başûr ve dihatin bikaranîn.

Her wiha artêşa Îsraîlê ragihand ku li başûrê Libnanê nêzîkî 10 depoyên çek û teqemeniyê, platformên avêtina mûşekan û baregehên fermandariyê yên girêdayî Hizbulahê bombebaran kirine.