Gumanên Îranê li hemberî Amerîkayê zêde dibin

09-05-2026
RÛDAW
Nîşan Amerîka Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îran piştî şerê deryayî yê ku li Kendavê ji nû ve dest pê kir, li ser jidilbûna hewldanên dîplomatîk ên Amerîkayê yên ji bo bidawîkirina şer bi guman e.

Birêvebiriya Tehranê hîn jî bersiva teklîfa dawî ya Amerîkayê ya ji bo dan û standinan nedaye.

Hat ragihandin ku Erebistana Siûdî jî ji bo operasyoneke îhtîmalî destûr nedaye ku Amerîka baregehên wê bi kar bîne.

Serokê Amerîkayê Donald Trump roja înê ragihandibû ku wî ji bo dirêjkirina agirbesta lawaz û destpêkirina hevdîtinên aştiyê, ji teklîfa dawî ya Washingtonê re "wê şevê" ji Îranê li benda bersivekê bûye.

Lê tê dîtin ku Tehranê hîn jî bersivek nedaye navbeynkarên Pakistanî.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî di hevdîtina xwe ya bi hempîşeyê xwe yê Tirkiyeyê re de gumanên xwe yên li ser pêbaweriya birêvebiriya Amerîkayê bi eşkereyî anîn zimên.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a ÎSNAyê ya Îranê, Eraqçî wisa gotiye:

"Hêzên Amerîkayê rojên dawî li Kendava Basrayê aloziyê zêde dikin û agirbestê bin pê dikin.

Van kiryaran gumanên me yên li ser niyet û cidiyeta aliyê Amerîkî ya di rêya dîplomasiyê de zêdetir kirin."

Li Tengava Hurmizê krîza tankeran û şer

Balafireke şer a Amerîkayê bi hinceta ku dorpêça li ser benderên Îranê şikandiye, gule berdan 2 tankerên petrolê yên bi alaya Îranê û keştî rawestandin.

Rayedarekî leşkerî yê Îranê ji medyaya welatê xwe re ragihand ku Hêzên Deryayî yên Îranê bersiva vî "terorê Amerîkî" daye û şer ji bo niha rawestiyaye.

Ev alozî piştî krîza ku şeva înê li Tengava Hurmizê derketibû rû da.

Hewldanên Tehranê yên ji bo kontrolkirina tengavê bi armanca wergirtina "pereyê derbasbûnê" ji keştiyên biyanî, rastî berteka tund a Washingtonê hatin.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio destnîşan kir ku kontrolkirina vê rêya ku ji bo bazirganiya petrolê ya cîhanî gelekî girîng e ji aliyê Tehranê ve, "bi ti awayî nayê qebûlkirin".

Washingtonê ji bo dîtina çareseriyeke mayînde ya ji bo wî şerê ku beriya 10 hefteyan dest pê kiribû, bi rêya navbeynkarên Pakistanî teklîfa dirêjkirina agirbestê gihandibû Îranê.

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Îsmaîl Bekayî da zanîn ku ew teklîf niha "di qonaxa nirxandinê de ye."

Li peravên Girava Xargê lehiyeke mezin a petrolê

Li gel tevgera leşkerî ya li Kendavê karesateke jîngehê jî li ber derî ye.

Dîmenên peykan, lehiyeke mezin a petrolê li peravên Girava Xargê derxist holê ku ev der ji bo hinartina petrola Îranê wekî damara jiyanê ye.

Ev petrola ku herikiye li qadeke 52 kîlometre çargoşeyî belav bûye.

Li gorî amarên Orbital EOSyê, her çend çavkaniya vê herikînê hîn ne diyar be jî Çavdêrîgeha Şer û Jîngehê ya navenda wê li Brîtanyayê ye (CEOBS) diyar kir ku ev yek dibe ku ji ber têkçûna binesaziya kevn a petrolê ya li herêmê be.

Riyadê daxwaza baregeha leşkerî ya Amerîkayê red kir

Donald Trump yekşema borî ji bo vekirîhiştina Tengava Hurmizê operasyoneke deryayî ragihandibû lê roja sêşemê ji bo ku derfetê bide dan û standinan ev plan da rawestandin, wî ji hevpeymanên xwe yên li herêmê jî ew piştgiriya ku li bendê bû nedît.

Li gorî çavkaniyên Siûdî, birêvebiriya Riyadê daxwaza Amerîkayê ya bikaranîna baregehên leşkerî û qada asmanî ya Erebistana Siûdî ya ji bo vê operasyonê red kir.

Çavkaniyan anî zimên ku Riyad di wê baweriyê de ye ku destwerdaneke leşkerî dê rewşê aloztir bike.

Li Libnanê tevî agirbestê jî bombebaran

Li hêla din, li xeta Îsraîl û Hizbulahê ku xaleke din a krîzê ya herêmê ye, agirbest li ser têlekê maye.

Medyaya fermî ya Libnanê ragihand ku tevî agirbesta ku sê hefte ne li dar e, roja şemiyê Îsraîlê 3 êrişên asmanî li başûrê Beyrûta paytext pêk anîn.

Balkêş e ku ev êriş beriya wan dan û standinên rasterast ên di navbera Libnan û Îsraîlê de pêk hatin ku tê gotin ku hefteya bê li Washingtonê werin kirin û Hizbulah bi tundî li dijî wan derdikeve.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst