Qeterê li ser êrişa Îsraîlê daxuyanî da
Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Qeterê êrişa Îsraîlê ya li Dohayê "bi tundî" şermezar kir û got, "Ev destdirêjiya dijminane binpêkirina yasa û rêzikên navneteweyî ye û gefeke rasterast e li ser ewlehiya welatiyên Qeterê û yên li wî welatî dijîn."
Qeterê diyar kir ku "êrişeke tirsonekane" li dijî cihê mana endamên Polîtburoya Hemasê hatiye kirin.
Wezaretê tekez kir ku "dezgehên ewlehiyê, parastina sivîl û aliyên pêwendîdar yekser dest bi mijûlbûna bi bûyerê re kiriye û ji bo kontrolkirina bandorên wê û misogerkirina ewlehiya xelkê û deverên derdorê tedbîrên pêwîst girtine."
Her wiha amaje pê kir ku Qeter dê li hemberî vê tevgera Îsraîlê ya ku serweriya wê dike hedef, tawîzê nede.
Artêşa Îsraîlê li ser êrişê got ku wan serkirdatiya bilind a Hemasê kiriye hedef ku serkirdatiya operasyonên wan dikir û rasterast ji êrişa 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan berpirsyar in, her wiha şerê li dijî Îsraîlê organîze kirine û bi rê ve birine.
Her wiha hat gotin, "Beriya êrişê, ji bo kêmkirina zirarên li ser welatiyên sivîl tedbîrên pêwîst hatibûn girtin, di nav de bikaranîna teqemeniyên hesas û agahiyên zêdetir ên îstixbaratî."
Endamên Konseya Serkirdatiya Hemasê yên ku li derve dijîn ev in:
Serokê Encûmena Şêwrê Mihemed Derwêş, Serokê Şandeya Dan û standinan a Hemasê Xelîl Heye, Zahir Cebarîn Endamê Polîtburoyê û Serokê Ofîsa Şehîd, Birîndar û Girtiyan ku di heman demê de berpirsê darayî yê tevgerê ye, Endamê Polîtburoyê Nîzar Ewedellah û Xalid Meşel kesayetê diyar ê tevgerê ku gelek caran wekî kesê yekem ê Hemasê yê li derve tê dîtin.
Hinek çavkaniyên Îsraîlî belav kir ku di bombebaranê de Xelîl Heyye, Zahir Cebarîn û Xalid Meşel hatine hedefgirtin.
Tevgera Hemasê heta niha li ser êrişê ti daxuyanî nedaye.