Çavkaniyên Hemasê: Serkirdeyên Hemasê ji êrişa Îsraîlê filitîn
Hewlêr (Rûdaw) - Televîzyona Al Jazeerayê ragihand ku çavkaniyên Hemasê eşkere kir ku serokên wan ji êrişa Îsraîlê filitîn.
Al Jazeera di nûçeya xwe ya sipart çavkaniyên Hemasê de diyar kir ku Îsraîlê li Dohayê navenda ku serokên Hemasê lê civîn dikir hedef girt.
Di nûçeyê de hat gotin ku "Heyeta serokên Hemasê ya di bin serokatiya Dr. Xelîl El-Hayye de ji êrişê sax filitî."
Di nûçeyê da hat ragihandin ku heyeta Hemasê civîn dikir û wiha hat gotin:
"Heyeta Hemasê dema civîna ku pêşniyara nû ya (Serokê Amerîkayê Donald )Trump gotûbêj dikir, bi êrişa Îsraîlê hat hedefgirtin."
Di nûçeyên çapemeniya Îsraîlê de hat îdiakirin ku di êrişa artêşa Îsraîlê ya li Dohayê de ji serokên Hemasê Xelîl el-Hayye bûye hedef û Xalid Meşal jî wir nebûye.