Peyama Mia Khalifayê ya li ser Filistînê bû rojev

Hewlêr (Rûdaw) – Stêra berê ya filmên pornoyê Mia Khalifayê got, “Tika ye ji şervanên azadiyê yên li Filistînê re bibêjin bila telefonên xwe bi berayî bigirin û dîmenan bi wî rengî bigirin.”

Ev gotinên Khalifayê di demeke kurt de di torên civakî de bûn rojev û gelek kesan bertek nîşanî da.

Mia Khalifayê bersiv da bertekan û got:

“Heke hûn li rewşa li Filistînê binêrin û ne li kêleka Filistîniyan bin wê demê hûn li aliyê Apartheidê yê şaş in. Dê dîrok bi demê rê vê yekê nîşan bide.”