Hewlêr (Rûdaw)- Kongreya Riyazê ya dijbereya Sûriyê îro dest pê dike.
Endamê Kongreya Riyazê ji Erebistana Siûdî Ebdulbasit Seyda ji Rûdawê re ragihand: “Kongre îro dest pê dike.”
Kongreya Riyazê ya dijbereya Sûriyê biryar bû duhî dest pê kiriba, lê bo îro hat paşxistin.
Ji aliyê xwe ve Berpirsê Ragihandina Wezareta Derve ya Siûdiyê Usame Neqlî ji rojnamevanan re ragihandiye ku duhî tenê hinek kesayetî cuda lihev civiyabûn û kongre bi fermî wê îro destpê bike.
Serokê Îtilafa Niştimanî ya Dijbereya Sûriyê Xalid Xoce jî ji Riyazê ragihand ku armanca vê konferansê yekxistina dijbereya siyasî û serbazî ya Sûriyê ye.
Endamê Îtîlafa Niştimanî ya Dijbereya Sûriyê ji ser ENKSê Fûad Elîko ji Rûdawê re ragihand: “Ev kongre dê li ser 2 xalan bisekine. Yekem, avakirina nêrîneke siyasî bo Sûriyaya bê. Duyem, pêkanîna şandekê bo danûstandinê ligel Hikûmeta Sûriyê di Cinêva sêyemîn de.”
Şandeke kurdî ji ENKSê wê ligel şanda Îtîlafa Niştimanî ya Sûriyê di vî kongreyî de beşdar be.
PYD û YPG û Hêzên Sûriyaya Demokratîk, ji aliyê kongreyê ve nehatine vexwendin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse