Misir: Îxwan Muslimîn dixwazin Mursî terror bikin
Hewlêr (Rûdaw)- Wezareta Navxwe ya Misir eşkere kir ku zaniyarî gihiştine destê wan ku Îxwan Muslimîn pilanek ji bo trorkirina Muhemed Mursî, serokê ji kar dûrxistî, amade kirine.
Biryarbû duh (09.01.2014) dadgehkirina Muhemed Mûrsî birêve biçûye, lê Wezareta Navxwe ya Misrê ragihand “Jiber xirabiya rewşa seqayê me biryar da ku Mûrsî ji bo hola dadgehê neyê veguhestin”.
Ji aliyê xwe Berdevê Wezareta Navxwe ya Misir, Hanî Ebdulletîf eşkere kir ku hin zaniyarî di des wan de hene derbarê amadekirina pilanekê ji aliyê Îxwan Muslimîn ve da Mûhemed Mûrsî terror bikin.
Herwiha çavkaniyeke ewlekariyê li Misir ji malpera Elaph ya Erebî re eşkere kir ku berî niha zaniyarî ji çend aliyan gihîştbûn wan ku pilanek ji bo terorkirina Mursî bi mûşekan hatiye amadekirine.
Herwiha wê çavkaniyeê ragihand ku ji ber vê sedemê cihê mayîna Mursî veguhestin bo gitîgeha Burc el-Ereb.
Ji aliyek din ve birayê Muhemed Mursî, Hisên Musrî ji heman malperê re red kirk u Îxwan Musilmîn hewla kuştina birayê wî bidin, “Ji ber mklu dayik zaroka xwe nakuje”.
Mursî û 14 serkirde û endamên din ên grûpa Îxwan Muslimîn bi tometa kuştina xwepêşanderan û tujkirina xelkê li ser tundiyê têne darizandin herwiha bi çend tometên din jî dê werin darizandin wek revîna ji zindana Wadî el-Netrûn piştî şoreşa 25ê çile ya sala 2011an ku di encamê de Husnî Mubarek ji posta serokatiyê hat dûrxistin.
Mursî di tîrmeha sala 2013an de piştî xwepêşandanên li dijî desthilata wî, ji aliyê artêşê ve ji ser desthilatê hat dûrxistin.
Mihemed Mursî di destpêka mijdara sala 2013an de wek yekemîn car li ber dadgehê amade bû.