Li Lîbyayê helîkopterek ket, 3 kes mirin
Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku li bajarê Kufrayê yê li başûrrojhilatê Lîbyayê helîkopterek ketiye xwarê û 3 kesên tê de mirine.
Ofîsa Çapemeniyê ya Şaredariya Kufrayê, peyama sersaxiyê ya Serokê Şaredariya Kufrayê Mihemed Ebdurehîm Bumerîz belav kir.
Bumerîz di peyama xwe de diyar kir ku ew bi xemgînî agahdar bûne ku li Baregeha Hewayî ya es-Sarreyê ya li Kufrayê, helîkopterek di dema pêşkêşkirina xizmeta ambulansê de ketiye xwarê û 3 kesên tê de mirine.
Bumerîz navên kesên ku di helîkopterê de mirine jî parve kirin û sersaxî û sebir ji xizmên wan re xwest.