Sûriye bû endama Koalîsyona Navneteweyî
Hewlêr (Rûdaw) - Sûriye bi awayekî fermî bû endma Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞê.
Erebistana Siûdî û Amerîkayê doh di daxuyaniyeke hevpar de encamên civîna "Koma Biçûk" a Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞê belav kirin ku tê de nexşerêya nû ya şerê li dijî terorê hat gotûbêjkirin.
Koalîsyona Navneteweyî piştgiriya xwe ji bo peymana ku di navbera Şam û HSDyê de hatiye îmzekirin nîşan da.
Li gorî daxuyaniyê, Koalîsyonê pesnê qurbaniyên HSDyê yên di şerê DAIŞê de daye.
Xalên sereke yên civîna Riyadê
Xalên herî girîng ên ku di civîna li Riyadê de hatin pesendkirin ev in:
Qebûlkirina Sûriyeyê wekî endama 90emîn a Koalîsyona Navneteweyî.
Veguhastina bilez a girtiyên DAIŞê.
Vegerandina welatiyên biyanî (çekdarên berê yên DAIŞê û malbatên wan) ya welatên wan.
Li ser paşeroja şerê li dijî DAIŞê berdewamiya hevahengiyê bi Bexda û Şamê re.
Rola Îraqê û mazûvaniya Siûdiyê
Berpirsên parastinê yên Koalîsyonê, ji bo serkêşiya şerê DAIŞê û desteserkirina çekdarên wê rêxistinê destxweşî li hikûmeta Îraqê kir.
Veguhastina girtiyan a Bexdayê wekî pêngaveke bingehîn ji bo ewlehiya herêmê hat wesifkirin.
Her wiha ji bo mazûvaniya civînê û rola wê ya li dijî terorê spasiya Erebistana Siûdî hat kirin.