Rayedarê Îraqî: Zêdetirî 4 hezar û 500 DAIŞî ji Sûriyeyê anîne Îraqê
Hewlêr (Rûdaw) - Rayedarekî Îraqî ragihand ku di çarçoveya operasyona veguhastina girtiyên DAIŞiyan de zêdetirî 4 hezar û 500 gumanbarên DAIŞê ji Sûriyeyê veguhastine Îraqê.
Ew girtî di nav wan gumanbaran de ne ku artêşa Amerîkayê meha borî dest bi veguhastina wan kiribû.
Ev veguhastin piştî wê yekê hat ku hêzên Sûriyeyê herêmên ku berê di bin kontrola şervanên Kurd (HSD) de bûn kontrol kirin.
Di nav kesên ku veguhastine Îraqê de Sûriyeyî, Îraqî, Ewropî û kesên ji neteweyên din hene.
4 hezar û 583 girtî anîne Îraqê
Berdevkê Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Îraqê Saad Maan ji AFPyê re piştrast kir ku heta niha 4 hezar û 583 girtî birîne Îraqê.
DAIŞê sala 2014an herêmên berfireh ên Sûriye û Îraqê dagir kiribûn, komkujî kiribûn û jin û keç revandibûn û ew kiribûn kole.
Îraqê bi piştgiriya hêzên Koalîsyonê ya bi pêşengiya Amerîkayê sala 2017an li dijî DAIŞê serkeftin ragihandibû.
Li Sûriyeya cîran jî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ên bi pêşengiya Kurdan du sal şûn de ew rêxistin bi temamî têk biribû.
HSDyê piştî wê pêvajoyê bi hezaran endamên DAIŞê xistin girtîgehan û bi deh hezaran xizmên wan jî li kampan girtin.
Dest bi lêpirsînê hat kirin
Li Îraqê ku gelek girtîgeh bi gumanbarên DAIŞê dagirtî ne, dadgehan cezayê îdam û zindana heta hetayê da bi sedan kesên ku bi tawana terorê hatine cezakirin ku di nav wan de gelek çekdarên biyanî jî hene.
Dadweriya Îraqê destpêka vê mehê ragihandibû ku derbarê girtiyên ku ji Sûriyeyê hatine veguhastin de lêpirsîn hatiye destpêkirin.