Hilbijartina rêber û şerê dijwar, li pêşiya Îranê qonaxeke nû heye
Hewlêr (Rûdaw) - Kuştina Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî, di kêmtirî 24 saetan de arasteya nûçeyên cîhanî yên doza Jeffrey Epstein guherand û kir kuştina rêberê Îranê û şerê li Rojhilata Navîn.
Dema ku şerê Amerîka û Îsraîlê yê li gel Îranê gihişt lûtkeyê, Konseya Pisporan a Rêberiyê berê sibeha duşemê (9ê Adara 2026an) Mucteba Xamineyî wekî rêberê nû yê Îranê hilbijart.
Trump hilbijartina rêber red dike û dibêje, "Ne bi dilê min e."
Êrişên Îsraîlê yên li ser çavkaniyên enerjiyê û depoyên sotemeniyê yên Îranê, şer biriye qonaxeke nû.
Ev yek li ser binesazî û bihayê enerjiyê li seranserê herêmê û cîhanê bûye metirsî.
Di 10 rojên şerê de çi qewimî?
10 roj di ser destpêkirina êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê re derbas dibin.
Şerekî ji nişka ve di germiya dan û standinên her sê welatan de derket.
Bi berawirdkirineke kurt a vî şerî li gel şerê 12 rojî yê sala borî, derdikeve holê ku niha ast û qebareya zererên madî û canî gelekî zêdetir in.
Hefteya yekem a şer: Nemana serkirdayetî û hêza leşkerî
Roja şemiyê 28ê Sibata 2026an destpêka yekem êrişa Amerîka û Îsraîlê bû ku heta niha jî didome.
Li gorî armancên ku li Îranê tên bombebarankirin, êriş dabeşî ser sê qonaxan dibin:
Qonaxa yekem: Nehiştina serkirdayetiyê û têkşikandina parastina asmanî.
Qonaxa duyem: Nehiştina baregeh û navendên Supaya Pasdaran, lawazkirina şiyana leşkerî û bersivdana Îranê.
Qonaxa sêyem: Rûxandina sîstematîk a saziyên leşkerî-pîşesazî û enerjiyê yên Îranê.
Di hefteya yekem de bi lez her du qonaxên yekem û duyem hatin bicihanîn.
Destpêkê Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî hat kuştin û di nava du rojan de kuştina piraniya fermandarên payebilind ên Îranê hat piştrastkirin.
Ji roja sêyem a şer ve, (2yê Adara 2026an/duşem) li hemû bajar û bajarokên Îran û Rojhilata Kurdistanê baregeh û navendên Supaya Pasdaran û hêzên ewlehiyê bûn armanc.
Pişt re birc û navendên ku weşana televîzyonên Îranê hatin armanckirin.
Her wiha ji bo lawazkirina şiyana tolhildanê, li platformên çalek ên avêtina mûşekan û baregehên leşkerî hat xistin.
Armancên lêdayî yên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê
Armancên sereke yên li Tehranê, saziyên biryardayînê ne, ji wan jî Encumena Bilind a Ewlehiya Niştimanî, nivîsgeha serokatiyê, avahiya Encumena Pisporan.
Her wiha baregehên sereke yên ewlehî û leşkerî yên rejîmê yên ku ji wir ve çavdêriya hemû Îranê dike, saziyên stratejîk ên parastin û nukleerê, saziyên dadwerî û medyayî wate Dadgeha Şoreşê ya Tehranê, radyo û televîzyona Îranê, Îtilaet û polîs.
Li bajarên mezin ên Îsfehan, Şîraz, Tewrêz û Qumê hemû baregehên Supaya Pasdaran, baregehên polîs û Îtilaetê hatin armanckirin.
Armancên li Rojhilatê Kurdistanê di pileya yekem de bala xwe daye ser dezgehên ewlehiya navxweyî yên parêzgehan, yekîneyên kontrolkirina sînor û binesaziya leşkerî.
Ev dezgeh ji bo tepeserkirina alozîyên navxweyî û encamdana êrişên herêmî tên bikaranîn.
Êrişên li bajarên Rojhilatê Kurdistanê ji bo têkbirina wan hêzan in ku berpirsiyarê parastin û kontrola navxweyî ya rejîmê û ewlehiya sînoran in.
Di wan 10 rojan de bi dehan baregeh û navendên supayê, Îtilaet, polîs, Besîc û baregehên leşkerî li zêdetirî 20 bajar û bajarokên Rojhilatê Kurdistanê hatin bombebarankirin.
Lê bi dehan xanî, nexweşxane, dibistan, mizgeft, muze û cihên giştî yên li hemû bajaran zerer dît û sivîl jî mirin.
Serokê Komeleya Heyva Sor a Îranê ragihand, "Heta niha 13 hezar û 785 cihên sivîl bûne armanca êrişên asmanî."
Serokê Komeleya Heyva Sor Pîrhuseyn Kolîvend daxuyand ku ji wan 13 hezar û 785 cihan, 2 hezar û 383 bazirganî ne û 11 hezar û 293 jî cihên nîştecihbûnê ne.
9 nexweşxane bi temamî ji kar ketine û 65 dibistan hatine armanckirin û zerereke mezin dîtiye.
Şerê li derveyî sînoran
Şer tenê li ser xaka Îranê nesekinî û pir zû gelek welatên herêmê jî dan ber xwe ku Behreyn, Erebistana Siûdî, Îmarat, Urdin û Îraq û Herêma Kurdistanê hinek ji wan in.
Îranê ji bo tolhildanê ragihandibû ku dê li baregeh û pêgehên Amerîka û Îsraîlê bixe.
Wan welatan zererên madî û canî dîtin lê li vir em dê tenê behsa zererên Herêma Kurdistanê bikin.
Li gorî şopandina Tora Medyayî ya Rûdawê, heta demjimêr 23:30yan ê şeva duşemê (9ê Adarê) û roja 10emîn a şer, 181 êrişên bi dron û mûşekan arasteyî parêzgeha Hewlêrê hatin kirin. Piraniya wan navenda Hewlêrê kir hedef.
Li gorî gotina Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw, piraniya êrişan ji aliyê sîstema parastina asmanî ve hatin têkşikandin.
Êrişên li ser Silêmaniyê kêmtir bûn. Li gorî şopandina Rûdawê, ji 3yê Adarê heta şeva duşemê, 23 dron û mûşek bûn.
Yên herî dijwar şeva 7ê Adarê bûn dema ku bi 6 dronan navenda bajar hat bombebarankirin.
Li gorî amarên ku Rûdawê kom kirine, li parêzgeha Dihokê bi çar dronan sê êriş hatine kirin.
Di yekê ji êrişan de (şeva 5ê Adarê) parzûngeha petrolê ya Sersingê hat hedefgirtin û ji ber wê hilberîna petrolê rawestiya.
Li Helebceyê kêmtirîn êriş hatine kirin, 7ê Adarê bi du dronan Çiyayê Şinirwê hat bombebarankirin.
Li gorî agahiyên Rûdawê, êriş li ser bircên pêwendiyê yên şîrketên Asiacell û Korek Telecomê bûn.
Cihên ku êrişî wan hatiye kirin an jî dron û mûşek li wan ketine:
Hewlêr: Kesnezan, Pîrzîn, Fermanberan, Rewşenbîrî, Jiyan, Kurdistan, Newroz, Gezne, Behirke, Enkawa, Balafirgeha Hewlêrê û derdora wê, Dêgele, Çoman û Soran.
Silêmanî: Silêmanî, taxa Beranan, Cedaya 60 Metreyî, gundê Zirgiwêzê, gundê Zirguwêzeleyê, navçeya Sûrdaşê, Hêzên Fermandariya Pêşmergeyan, taxa Taslûceyê û Çiyayê Zimnako.
Dihok: Parzûngeha petrolê ya Sersingê, kampa Bacid Kendalê û gundekî Akrê.
Helebce: Çiyayê Şinirwê.
Rêxistinek: 4 mirî û 19 birîndar hene
Li gorî amarên Tîmên Aştiya Civakî yên Amerîkayê (CPT) li Herêma Kurdistanê, ji 28ê Sibatê heta roja duşemê ji ber şer û bandorên wî, çar kesan canê xwe ji dest daye.
Sê ji wan endamên partiyên Rojhilatê Kurdistanê bûn û yê din jî karmendekî asayîşê yê Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê bû.
CPT bombebaran û êrişên dijî Herêma Kurdistanê û sînorên wê tomar dike.
Berpirsê Beşa Mafên Mirovan ê CPTyê yê Herêma Kurdistanê Kameran Osman, şeva duşemê ji Rûdawê re got:
"Ji ber êrişan, du pêşmergeyên Partiya Azadiya Kurdistanê li parêzgeha Hewlêrê, pêşmergeyekî Komeleyê li parêzgeha Silêmaniyê û endamekî asayîşê li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê canê xwe ji dest da."
Li gorî amara wê rêxistinê, di êrişên ser Hewlêrê de 19 kes birîndar bûne\ 12 ji wan sivîl in.
Hefteya duyem: Nehiştina binesaziyan
Qonaxa sêyem a şer cuda bû û di destpêka hefteya duyem a şer de dest pê kir.
Êriş li ser balafirgeh, sazîyên pîşesaziyê, parzûngeh û depoyên petrolê hatin kirin.
Şeva şemiyê û berê sibeha yekşemê, depoyên petrolê yên li başûrê Tehranê, parzûngehek û depoya petrolê ya Eqdesiyê li rojhilat û depoya petrolê ya Şehranê li rojavayê Tehranê û depoya petrolê ya Ferdîsê li Kerecê hatin bombebarankirin.
Êvara yekşemê, depoya sotemeniyê ya li Balafirgeha Girava Qişmê ya li başûrê Îranê jî hat bombebarankirin.
Li gorî daxuyaniyên fermî ji ber van êrişan 6 kes hatin kuştin û 21 kes jî birîndar bûn.
Şirketa Belavkirina Berhemên Petrolê ya Îranê piştrast kir ku depoyên petrolê yên li parêzgehên Tehran û Kerecê û xetên boriyên veguhastina sotemeniyê hatine bombebarankirin û zerer dîtiye.
Şirketê her wiha ragihand ku di êrişan de 4 karmendên Wezareta Petrolê hatine kuştin.
Piştî bombebaranan, asmanê Tehrana paytext bi dûmaneke reş hat nixumandin û Wezareta Tenduristiyê derbarê qirêjbûn û jehrîbûna hewayê de hişyarî da.
Her ji destpêka vê hefteyê ve êriş û bombebarankirina baregehên Supaya Pasdaran, polîs û Îtilaetê li bajarên Îsfehan, Qum, Yezd, Zencan û Xûzistanê didomin.
Bajarê Bêhbehanê yê parêzgeha Îsfehanê: Cihek li nav bajarokê pîşesaziya Wehdetê hat bombebarankirin ku tê gotin cihê avêtina mûşekan bû. Li bajarên Felawercan, Fûladşehr û Şahînşarê, baregehên Supaya Pasdaran û polîsan hatin bombebarankirin.
Derdora bajarê Yezdê ku wekî çiyayên pişt Parka Kohistanê tê naskirin gelek hat bombebarankirin. Li wan bilindahiyan, baregeheke leşkerî û mûşekî ya Supaya Pasdaran heye.
Li taxeke bajarê Qumê, baregeha sereke ya Birêvebiriya Îtilaetê ya parêzgehê hat bombebarankirin. Her wiha êrişî îtilaeta Supaya Pasdaran jî hat kirin.
Li bajarê Zencanê jî êrişî du avahiyên fermî hat kirin û li gorî rapora ajansa fermî ya hikûmeta Îranê, di encama êrişên ser wî bajarî de 8 kes hatine kuştin.
Qonaxa nû ya şer
Supaya Pasdaran bi awayê fermî piştgiriya xwe ji bo hilbijartina Mucteba Xamineyî ragihandiye û diyar kiriye ku ew amade ye fermanên rêberê nû bi cih bîne.
Hilbijartina Mucteba Xamineyî berevajiyê xwesteka Amerîka û Îsraîlê ye û gefên wan didomin.
Ji ber vê yekê şer ji îro pê ve derbasî qonaxeke nû dibe.
Ev aloziyeke mezin e li pêşiya Îran, Amerîka û Îsraîlê çimkî her sê welat dixwazin daxwazên xwe di qada şer an jî di şêweyê bidawîbûna wî de bisepînin.