Eraqçî: Amerîka û Îsraîl berpirsên jiderbketina bazara petrolê ne

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ragihand ku Tehran ji astengbûna veguhastina petrolê ne berpirsyar e.

Ebas Eraqçî diyar kir, êrişên Amerîka û Îsraîlê bûne sedem ku tirs li cem keştiyên petrolê (tankeran) peyda bibe û derbas nebin.

Ebas Eraqçî di peyamekê de diyar kir ku hêdîbûn an rawestîna hilberîn û veguhastina petrolê ne plana wan e, ev yek encama "destdirêjiyan" e ku ji aliyê Îsraîl û Amerîkayê li ser axa Îranê tên kirin.

“Me Tengava Hurmizê negirtiye”

Eraqçî derbarê rewşa Tengava Hurmizê jî anî zimên:

"Me Tengava Hurmizê negirtiye û me rê li ber çûn û hatina keştiyan negirtiye lê belê nearamîya herêmê wiha kiriye ku keştiyên petrolê ji derbasbûnê bitirsin."

Her wiha hişyarî da ku ev nearamî dê encamên gelekî mezin bi xwe re bîne û got:

"Ev rewş ne tenê ji bo Îranê, ji bo tevahiya herêmê û civaka navneteweyî jî metirsîdar e."