Sûriye: Hizbulaha Libnanê axa me topbaran kir
Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Operasyonan a Artêşa Ereban a Sûriyeyê ragihand ku çend guleyên topan ên ku ji nav xaka Libnanê hatine avêtin, li nav xaka Sûriyeyê û li nêzîkî bajarokê Serxayayê yê li rojavayê Şamê ketine.
“Hizbulahê êrişî xalên me kir”
Desteya Operasyonan a Artêşa Ereban a Sûriyeyê berê sibeha îro (10ê Adara 2026an) daxuyaniyek da medyaya fermî ya welatê xwe.
Artêşê di daxuyaniya xwe de got, "Milîsên Hizbulaha Libnanê ew alî ne ku guleyên topan arasteyî xalên Artêşa Ereban a Sûriyeyê yên li nêzîkî Serxayayê kirine."
Li gorî daxuyaniyê, artêşa Sûriyeyê pê hesiyaye ku milîsên Hizbulahê çûne ser sînorê di navbera Sûriye û Libnanê de û wan got, "Em rewşê dişopînin."
Hevahengiya bi artêşa Libnanê re
Artêşa Ereban a Sûriyeyê her wiha destnîşan kir ku ew bi artêşa Libnanê re di nava pêwendiyê de ne.
Artêşê eşkere kir ku ew mijûlî nirxandina vebijêrkên guncav in da ku gavên pêwîst biavêjin.
Hişyariya Sûriyeyê: Em dê bê deng nemînin
Di dawiya daxuyaniyê de hişyarî hat dayîn û wiha hat gotin:
"Artêşa Ereban a Sûriyeyê li hemberî ti destdirêjiya ku Sûriyeyê bike hedef bê deng namîne û dê nermiyê nîşan nede.”
Hizbulaha Libnanê heta niha li ser vê êrişê ti daxuyanî nedaye.