Hewlêr (Rûdaw) - Êrişên Amerîka û Îsraîlê yên bi balafir, mûşek û dronan ên li ser Îranê didomin.
Ji roja duşemê ve, êrişên wan zêdetir li ser Tehran, Îsfehan û başûrê Îranê pir bûne.
Supaya Pasdaran jî ji bo ku destûrê bide keştiyên welatan di Tengava Hurmizê re derbas bibin, şertê derxistina balyozên Amerîka û Îsraîlê datîne.
Êrişên li ser Tehran û derdora wê
Nîvê şeva duşemê (9ê Adara 2026an) û berê sibeha sêşemê, pêleke din a êrişên asmanî li ser saziyên ewlehî, leşkerî û binesaziyên enerjiyê yên li Tehran, Kerec, Tebrîz û Îsfehanê pêk hat.
Li gorî raporên medyaya Îranê, gelek cih bi taybetî li nav bajar û derdora Tehranê hatine armanckirin.
Biryargeha Xatemul Enbiya ya Îranê dibêje ku wan li asmanê Tehranê hinek mûşek xistine xwarê.
Piştî nîvroya duşemê jî gelek cih bi taybetî li rojhilat û rojavayê bajarê Tehranê hatin bombebarankirin.
Taxên Tehranser, Suhrewerdî, Apadana, Resalet, Kuhek, Qeleya Hesenxan û Mecîdiyeya Başûr bûn hedefên sereke.
Avahiya navendî ya fermandariya polîsan a li rojavayê Tehranê û baregeheke Besîcan a bi navê Kerbela li kolana Resaletê di nav cihên bombebarankirî de ne.
Bi dehan kes hatin kuştin
Li gorî gotina Birêvebirê Parastina Sivîl a Tehranê, du avahî li rojhilatê Tehranê bi mûşekan hatine armanckirin û bi dehan kes hatine kuştin.
Li gorî wan agahiyên ku xelkê ji Tehranê dane medyayê, li Tehranê hinek xanî û avahî hatine bombebarankirin ku ne diyar e bê ma saziyên çi bûne û li ser wan ti tablo tunebûne.
Hat zanîn ku yek ji wan cihên ku hatiye bombebarankirin, şirketeke taybet a ji bo fîlterkirina înternetê bûye.
Piştî nîvroya duşemê, li bajarê Şehriyarê yê rojavayê parêzgeha Tehranê jî êrişî navenda fermandariya Supaya Pasdaran, hinek saziyên îdarî û leşkergehekê hat kirin.
Her wiha şeva duşemê, cihek li nêzîkî Balafirgeha Mehrabadê ya Tehranê hat bombebarankirin.
Li parêzgeha Elburzê jî du baregehên Supaya Pasdaran û Besîcan li taxa Gulshehrê û du baregehên Besîcan li kolana Gulzara Rojava û taxa Mehrşehrê yên nav bajarê Kerecê hatin bombebarankirin.
Li nêzîkî Kerecê jî baregeha sereke ya Besîcan a li bajarokê Mihemedşehrê û serbazgeha Supaya Pasdaran a li bajarokê Nezerabadê hatin armanckirin.
Îsfehan û Benderebas bûn armanc
Ji destpêka vê hefteyê ve, êrişên li ser armancên leşkerî yên li parêzgeha Îsfehanê jî zêdetir bûne.
Roja duşemê, di navbera saet pênc û şeşê sibehê de li nav bajarê Îsfehanê êrişî çend cihan hat kirin.
Avahiya navendî ya îstixbarata Supaya Pasdaran a li nav bajarê Îsfehanê û her wiha leşkergeheke hêza piyade ya Supaya Pasdaran a li Îsfehanê hatin bombebarankirin.
Nêzîkî saet şeşê sibehê jî bi çend mûşekan, armancên leşkerî yên li bajarê Sîpahanşehra parêzgeha Îsfehanê hatin bombebarankirin.
Êrişa herî zêde li ser leşkergeha hêza peya ya Supaya Pasdaran a li nêzîkî bajarê Sîpahanşehrê hat kirin.
Roja duşemê li bajarê Benderebasê yê parêzgeha Hurmizganê jî hinek dezgehên Supaya Pasdaran û baregehên Hêza Deryayî ya Artêşê bûn hedef.
Bilançoya ku Îsraîlê eşkere kiriye
Artêşa Îsraîlê ragihand ku roja duşemê navendên çêkirin, ragirtin û firandina dronan ên li Îranê kirine hedef.
Artêşê diyar kir ku wan êrişî pergala parastina asmanî ya Îranê kiriye.
Artêşa Îsraîlê şeva duşemê eşkere kir ku wan ji destpêka şer ve zêdetirî hezar û 900 kesî ji hêzên leşkerî yên Îranê kuştine.
Li gorî daxuyaniyê di nav wan de fermandarên payebilind ên leşkerî jî hene û bi hezaran kesên din jî birîndar bûne.
Artêşê her wiha destnîşan kir ku ji destpêka şer ve wan şeş balafirgehên leşkerî bombebaran kirine.
Yek ji wan cihên ku hatiye armanckirin, pergala veguhastina asmanî ya ser bi Feyleqa Qudsê ya Supaya Pasdaran a li Balafirgeha Mehrabadê bûye.
Hat zanîn ku di vê êrişê de 16 balafirên di nav balafirgehê de hatine têkşikandin.
Şertê Îranê û gefa Trump
Li hemberî êrişên Îsraîlê, Biryargeha Xatemul Enbiya ya Îranê şeva duşemê ragihand ku wan êrişeke mûşekî ya berfireh biriye ser Îsraîlê û çend baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li herêmê.
Supaya Pasdaran jî daxuyand ku her welatekî Ereban an jî Ewropayê balyozên Amerîka û Îsraîlê derxe, ew dê ji roja sêşemê ve destûrê bidin ku keştiyên wî welatî bi azadî di Tengava Hurmizê re derbas bibin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump îro di vê derbarê de hişyariyeke tund da.
Trump ragihand, eger Îran rê li ber derbasbûna keştiyên petrolhilgir ên di Tengava Hurmizê re bigire, "Em dê 20 qat zêdetir li wan bixin."
#VÎDEO - Ev der Tehran e... Bi dehan tanker bûne xwelî#Tahran #IranIsraelWar #IranUSWar pic.twitter.com/k4jPg0pwQj
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 9, 2026
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse