Sûdanî ji Rubio re got: Em nakevin nav şer
Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio re pêwendiyeke telefonî pêk anî.
Di wê pêwendiyê de Sûdanî pêbendbûna welatê xwe ya ji bo parastina nûneratiyên dîplomatîk anî zimên.
“Îraq pêbendî parastina balyozxaneyan e”
Li gorî Ofîsa Serokwezîrê Îraqê, Sûdanî ji Rubio re gotiye: "Îraq pêbendî parastina balyozxane, konsulxane û nûneratiyên dîplomatîk ên li ser axa xwe ye."
Li gorî daxuyaniya Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Îraqê, Sûdanî û Rubio di pêwendiya telefonî de li ser rûdanên dawî yên li herêmê û rewşa niha ya Rojhilata Navîn axivîne.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Sûdanî ji Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê re gotiye:
"Îraq pêbendî parastina balyozxane, konsulxane û nûneratiyên dîplomatîk ên li ser axa xwe ye.
Ev yek bi hemû cure û pêkhateyên wan ve beşeke sereke ya erkê hêzên me yên çekdar e."
Bikarneanîna axa Îraqê
Serokwezîrê Îraqê bal kişand ser girîngiya bikareanîna ax, asman û ava Îraqê ya ji bo her kiryara leşkerî ya ku welatên cîran an jî herêmê bike armanc û biland:
"Îraq bi hemû desthilat û hêzên xwe yên siyasî û niştimanî ve, pêbendî wê helwesta bingehîn e ku welatê wan nekeve nav şerên leşkerî.
Em red dikin ku asmanê Îraqê ji aliyê ti aliyî ve were binpêkirin."
Hinartina petrolê
Ofîsa Serokwezîrê Îraqê diyar kir ku mijareke din a pêwendiya Sûdanî û Rubio dosyeya aborî bû û got:
"Her du aliyan ji bo hinardekirina petrolê ya bi rêya axa Tirkiyeyê behsa çalakkirina xeta boriyên petrolê ya Îraqê kir."
Şermezarkirina êrişên Îranê
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Tommy Pigott jî îro ragihand ku Rubio di axaftina xwe ya bi Sûdanî re "bal kişandiye ser girîngiya wergirtina hemû tedbîrên guncav ên ji aliyê hikûmeta Îraqê ve yên ji bo parastina karmendên dîplomatîk û saziyên Amerîkayê yên li Îraqê” û da zanîn:
"Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê di wê pêwendiyê de êrişên terorîstî yên Îranê û komên milîs ên ser bi Tehranê ve yên li nav Îraq û Herêma Kurdistana Îraqê bi tundî şermezar kirine."