Êrişên Amerîka û Îsraîlê îro ji hemû rojan kêmtir bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Di roja 11an a şerê navbera Amerîka-Îsraîl û Komara Îslamî ya Îranê de, armanckirina saziyên ewlehî û leşkerî yên li Îranê li gorî rojên borî kêmtir bû.

Îro di roja 11emîn a şer de li du parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê, her wiha li Tehran û 7 parêzgehên din ên Îranê çend navend û dezgehên ewlehî û leşkerî hatin armanckirin.

Li Tehranê jî li otomobîlekê xistin.

Rojhilatê Kurdistanê

Ji serê sibehê heta şeva sêşemê li parêzgehên Loristan û Kirmaşanê çend cihên leşkerî hatin bombebarankirin.

Serê sibehê û nîvroya sêşemê li nav bajarê Kirmaşanê du caran êrişî armancên leşkerî hat kirin.

Li gorî zanyariyên ku rûniştvanên Kirmaşanê li ser torên civakî belav kirine, 5 caran baregeheke artêşa Îranê ya li Meydana Leşkerî ya li nav bajarê Kirmaşanê hatiye bombebarankirin.

Medyaya nêzîkî Artêşa Pasdaran got:

"Li gundê Engezê yê bajarê Xuremavayê xaniyek hatiye bombebarankirin ku kesên sivîl tê de bûn û di encamê de 3 jin û zarokek hatin kuştin."

Li bajarên Xuremava û Çêgenî yên Loristanê roja sêşemê dengê çend teqînên bihêz hatin bihîstin.

Pêwendiyên Giştî yên Supaya Pasdaran li wê parêzgehê dibêje:

"Çend bombe û dronên ku neteqiyabûn hatin teqandin."

Her wiha li Urmiyeyê medyaya hikûmetê belav kir ku di encama êrişa mûşekî ya Amerîka û Îsraîlê de zerer gihîştiye beşek ji avahiyên Zanîngeha Urmiyeyê.

Wan medyayê ragihand ku di êrişê de ti zererên canî çênebûne lê wan amaje bi dema êrişê nedaye.

Di hefteya yekem a şer de bi dehan cih li nav û derdora bajarê Urmiyeyê bi balafir û mûşekan hatin bombebarankirin.

Îran

Roja sêşemê beşa herî zêde ya êrişan li nav bajarê Tehranê bûn. Li taxên Narmek, Behariya Başûr, Ekbatan, Tehranser, Kuhek, Meydana Resalet, Ixtiyariye û Destxeyb ên Tehranê çend cih hatin bombebarankirin.

Her wiha çend otomobîl dema ku ji otobana Baqirî ya Tehranê derbas dibûn, hatin bombebarankirin.

Şaredariya Tehranê ragihand ku di encama êrişê de 5 kes hatin kuştin û 7 otomobîlan zerer dîtin lê heta niha nasnameya kesên di wan otomobîlan de nehatiye ragihandin.

Medyaya Îranê dibêje, li Meydana Resaletê ya bajarê Tehranê devereke niştecihbûnê hatiye armanckirin û herî kêm 3 avahiyên niştecihbûnê hatine bombebarankirin.

Lê li ser heman kolanê, avahiyeke polîsên taybet bi karûbarên hatûçûnê bi mûşekekê hatiye armanckirin û di encamê de heta niha kuştina 4 kesan hatiye ragihandin.

Artêşa Îsraîlê roja sêşemê ragihand ku wan şeva duşemê li Tehranê komekgeheke berhemanîna mûşekan a li jêrzemîna Zanîngeha Leşkerî ya Îmam Husên kiriye armanc.

Her wiha dibêje, li Tehranê pêleke din a êrişan li ser armancan bi rê ve biriye lê hûrgiliyên êrişan belav nekiriye.

Piştî Tehranê, roja sêşemê herî zêde êriş li ser Tebrîz û bajarên din ên parêzgeha Azerbaycana Rojhilat bûn û çend baregeh û cihên leşkerî hatin armanckirin.

Li gorî zanyariyên belavbûyî, avahiya Birêvebiriya Îstixbaratê ya parêzgeha Azerbaycana Rojhilat, avahiya sereke ya yekîneya taybet a polîsên çalakiyên sivîl û her wiha navenda fermandariya polîsên taybet bi dîtina tawanan li nav bajarê Tebrîzê hatin bombebarankirin.

Nûçeya bombebarankirina avahiya parêzgehê jî hatiye belavkirin lê Birêvebiriya Kontrolkirina Krîzan a Tebrîzê ev yek red kir.

Li Meraxeyê navenda fermandariya polîsan û baregeheke polîsan hatin bombebarankirin.

Her wiha li Binawê li fermandariya polîsan hat xistin û li Ecebşêrê jî êriş li ser navenda fermandariya hêzên polîsan a wî bajarî pêk hat.

Li bajarên Binaw, Usku, Ecebşêr, Azerşar, Meraxe û Melkan ên parêzgeha Azerbaycana Rojhilat çend baregehên leşkerî û ewlehiyê hatin bombebarankirin.

Her wiha li taxa Mehrşar a Kerecê serê sibeha sêşemê êrişî vîlayekê hat kirin û bi temamî hat rûxandin.

Balafirgeha bajarê Kirmanê û her wiha baregeheke polîsan û navendeke hêza asmanî ya artêşa Îranê ya wî bajarî îro sêşemê hatin bombebarankirin.

Alîkarê Parêzgarê Kirmanê got, "Zerer gihîştiye hin beşên balafirgehê û 2 balafir jî hatine armanckirin."

Êvara roja sêşemê li nav bajarê Şîrazê yê navenda parêzgeha Farsê avahiyek hat armanckirin. Li gorî amareke ku medyaya fermî ya Îranê belav kiriye, di encama êrişê de 3 kes hatin kuştin.

Li bajarê Mahşarê yê parêzgeha Xuzistanê herî kêm bi mûşekan li 4 baregehên leşkerî hat xistin. Li peravên Bender Lenge ya li parêzgeha Hurmuzganê jî keştiyeke leşkerî ya Îranê hat bombebarankirin û dûmana reş li asmanan belav bû.

Her wiha bi çend mûşekan êrişî balafirgeha bajarê Serawanê yê parêzgeha Sîstan û Belûçistanê hat kirin.

Îran û Îsraîl dibêjin em dê êrişên xwe bidomînin

Artêşa Îsraîlê dibêje ew dê armanckirina dezgehên leşkerî û binesaziya Îranê bidomînin.

Lê ji roja duşemê ve, êrişa asmanî ya Amerîka û Îsraîlê ya li ser dezgehên ewlehî û leşkerî û cihên din ên li Îranê kêm bûye.

Ev di demekê de ye ku heta niha bi fermî behsa bidawîhatina şer nayê kirin.

Biryargeha Xatemul Enbiya ya Îranê, Fermandariya Supaya Pasdaran û çend berpirsên din ên Îranê ragihandiye, ew dê di êrişên xwe yên li ser Îsraîlê û armanckirina baregehên Amerîkayê yên li herêmê de bidomînin bin.

Berdevka Hikûmeta Îranê Fatîme Muhaceraniyê jî roja sêşemê got:

"Her cure hewldanek ji bo navbeynkariyê divê di rewşekê de be ku şer bi temamî rawestiyabe û garantî hatibe dayîn ku êrişkirina ser Îranê dubare nabe."

Di heman demê de ligel kêmbûna êrişan, Serokatiya Erkanê Hêzên Çekdar ên Îranê ragihand, roja çarşemê dê merasîma binaxkirina Serokê Erkanê, Wezîrê Parastinê, Fermandarê Supaya Pasdaran, Sekreterê Encûmena Parastinê û çend fermandarên din ên payebilind ên leşkerî yên Îranê li Tehranê bê lidarxistin.

Ew kes di roja yekem a şer de hatin kuştin û heta niha ji ber bombebaranên Amerîka û Îsraîlê merasîma binaxkirina wan nehatiye lidarxistin.

Îstixbarat: Me 30 kes bi tohmeta sîxuriyê desteser kirine

Li gel kêmbûna êrişên Amerîka û Îsraîlê, li gorî rapora medyaya nêzîkî Supaya Pasdaran, desteserkirina wan kesên ku bi hevkariya li gel Amerîka û Îsraîlê di wî şerî de têne tohmetbarkirin dest pê kiriye.

Li gorî rapora wê medyayê, li hemû navçeyên Îranê ew kes hatine destnîşankirin û desteserkirina wan dest pê kiriye.

Pêwendiyên Giştî yên Wezareta Îstixbaratê ya Îranê roja sêşemê belav kir, heta niha 30 kes bi tohmeta sîxurî û karkirina ji bo Amerîka û Îsraîlê hatine desteserkirin.

Li gorî daxuyaniyê, herî kêm 4 kes ji wan li parêzgeha Sineyê hatine desteserkirin.

Berdevkê Desthilata Dadwerî ya Îranê Esxer Cehangîr dibêje, ew kesên ku hevkariya Amerîka û Îsraîlê kiribin, dê cezayên giran wergirin û cezayên wan digihe heta darvekirinê.

Ew her wiha dibêje, eger tohmet li ser kesekî sabît bibe, eger li derveyî Îranê jî be, dê li navxweyî Îranê dest bi ser mal û milkên wî de bê girtin.