Siûdiyê hewleke derbaskirina madeyên hişbir pûç kir

Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Zekat, Bac û Gumrikê ya Sûdiyê di daxuyaniyekê de ragihandiye ku wan du hewlên derbaskirina madeyên hişber ji xala sînorî ya Hedîse li gel Urdinê pûç kirine.

Desteya Zekat, Bac û Gumrikê ya Sûdiyê diyar kir ku ew herdû barên ku hatine destserkirin zêdeyî 567 hezar hebên Kptagonê bûn.

Li gor daxuyaniya Desteya Zekat, Bac û Gumrikê ya Sûdiyê zêdeyî 101 hezar û 160 hebên kaptoganê di hundirê textekî de hatibû veşartin û yê din di nava cihên taybet di barhilgiran de hatibû veşartin.

Hewiha Rêveberiya Nehiştina Madeyên Hişber jî du kes girtin.

Ji hefteyê derbasbûyî 5 caran Erebistan Siûdiyê hewlên derbaskirina madeyên hişber pûç kirine ku ji Sûriyê bi rêya Urdinê derbasî wî welatî  dikin.