Peymana jibîrkirî:100 saliya Peymana Sevrê
Hewlêr (Rûdaw) - Roja sêşemê, 10ê tebaxa 1920an holeke nîşandana berhemên kargeha niştimanî ya porselenê li Sevrê ya ser bi bajarokê Versay yê nêzîkî Parîsê, ji bo nûnerên hevpeymanên serkeftî di Şerê Cîhanî yê Yekem de ligel mîratgirên împeratoriya jinavbirî ya Osmanî hat xemilandin.
Mebest: Îmzekirina peymana aştiyê. Paşê navê vê peymanê wek Peymana Sevrê di navbera hêzên hevpeymanan û Tirkiyê de, di dîroka hevçax a Rojhilata Navîn, Ewropa û Afrîqayê de cih digire.
Welatên hevpeyman li ser peymanê îzme kirin; Împeratoriya Brîtanî, Fransa, Îtalya û Japonya ligel her yek ji hevpeymanên wan ên din; Ermenistan, Beljîka, Yewnanistan, Şaneşîna Hîcaza Haşimî, Polonya, Portûgal, Romanya, Dewleta Serbî Kroatî Silovenî û Komara Çekoslovakyayê. Li beramber jî nûnerên Tirkiyê.
Peymana Sevrê bi van hevokan dest pê dike “Li ser daxwaza hikûmeta Împeratoriya Osmanî di 30ê cotmeha 1918an de agirbestek ji aliyê hêzên sereke yên hevpeymanan bi Tirkiyê tê dayîn da ku peymaneke aştiyê bê îmzekirin.”
433 madeyên sereke li ser warên cuda cuda dabeşkirî û pabendî herdu aliyên sereke; pêkhateyên peymanê ne.
Ji bilî pêşgotinekê, Peymana Sevrê ji 13 beşan pêk tê:
Beşa yekem: Mîsaqa Komeleya Neteweyan ji madeyên 1-26
Beşa duyem: Sînorên Tirkiyê ji madeyên 27-35
Beşa sêyem: Bendên siyasî ji madeyên 36-139
Beşa çarem: Parastina mînorîteyan ji madeyên 140-151
Beşa pêncem: Bendên leşkerî, hêzên deryayî û esmanî ji madeyên 152-207
Beşa şeşem: Girtiyên şer û gor ji madeyên 208-225
Beşa heftem: Ceza ji madeyên 226-230
Beşa heştem: Bendên darayî ji madeyên 231-260
Beşa nehem: Bendên aborî ji madeyên 261-317
Beşa dehem: Gera esmanî ji madeyên 318-327
Beşa yazdehem: Bender, hêlên avî û hesinî ji madeyên 328-373
Beşa diwazdehem: Organîzeya karkirinê ji madeyên 374-414
Beşa sêzdehem: Hikmên cuda ji madeyên 415-433
Di beşa sêyem a taybet bi bendên siyasî de, kerteke taybet bi Kurdistanê heye û di navbera her sê madeyên 62, 63 û 64an de mafên Kurdan hatine destnîşankirin.
Di madeya 62an de, behsa wan cihan dike ku nişteciyên wan bi piranî Kurd in. Di madeya 63an de hikûmeta Tirkiyê tê pabendkirin di dema 3 mehan de biryarên komisyonan ku di madeya 62an de hatine, bên cîbicîkirin. Madeya 64an behsa wê yekê dike ku di dema salekê de piştî cîbicîkirina peymanê, mafê gelê Kurd heye berê xwe bide Encûmena Komeleya Neteweyan û daxwaza xwe ji bo serxwebûna ji Tirkiyê nîşan bide û Dewleta Kurdistanê li ser axa Kurdan li Iraq û Tirkiyê bê avakirin.
Ev peyman piştî îmzekirina endamên şanda hikûmeta Împeratoriya Osmanî ji aliyê Tirkiyê ve nehat pejirandin û di Peymana Lozanê de, nexşerêyeke din û pabendiyeke nû ya Tirkiyê hatin çespandin.
Nick Denforth di nivîseke xwe de ku bi helkefta 95-saliya Peymana Sevrê di kovara Foreign Policy de belav bûye, dinivîse “Peymana Sykes Pycotê ji bîr bikin, Peymana Sevrê Rojhilata Navîn a hevçax şîrove dike.”
Di beşeke din a nivîsa xwe ya rexneyî de, Denforth wiha dibêje “Gelo sînorên cuda dikarin Rojhilata Navîn aramtir bikin an meyla wan dikişînin ser tundûtîjiya mezhebî? Hewce nake tu zêde lê hûr bibî, lê bi lênza Peymana Sevrê li dîrokê binere û xaleke kûrtir girêdayî eger û kartêkirinên wê di pêwendiyên navbera sînorên nexşandî yên Ewropa û Rojhilata Navîn a nearam de; navçeyên dawîhatî bi sînorên sepandî ji aliyê Ewropayê ve berê xwe didin wan ku bi xwe pir lawaz in an ne rêkxistî ne ji bo rûbirûbûneke serkeftî li hember dagîrkariyê.”
Di derbarê Dewleta Kurdistanê de jî, Nick Denforth behsa wê yekê dike ku hinek Kurd mil bi milê Ataturk şer kirin da ku dawî li Peymana Sevrê were. Herwiha dibêje “Dewleta çaverêkirî ya Kurdan ku di Peymana Sevrê de hatiye, bi yekalîkirî li jêr kontrola Brîtanyayê dibû. Hinek kurdên neteweyî piştgiriya vê yekê dikirin, lê ji hinekên din re serxwebûneke li jêr hegemoniya Brîtanyayê pirsgirêk bû, lewma ew çûn bereya tevgera neteweyî ya tirkî, bi taybetî li ba kurdên oldar desthilata tirkan an desthilata Osmaniyan ji kolonyalîzma Xiristiyanî baştir bû.”
Yektan Turkyilmaz li Zanîngeha Duke li Amerîka dîrokzan û mamoste ye. Yektan bi xwe Kurdê Bakurê Kurdistanê ye. Di derbarê damezrandina Tirkiyeya piştî Peymana Sevrê û Peymana Lozanê de dibêje “Bi nerîna min berdewambûna di navbera Împeratoriya Osmanî û Komara Tirkiyê de pir ji wê yekê kûrtir e ku piraniya xelkê lêdifikirin. Osmanîzm tucarî winda nebûye.”