Qeter: Divê hemû herêm bersivekê bide Îsraîlê
Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Qeterê got, mafê rewa yê hikûmeta welatê wî heye ku bersiva êrişa Îsraîlê bide û amaje pê kir ku herêm di qonaxeke çarenivîssaz de ye.
Îsraîlê doh li Dohaya paytexta Qeterê êrişî heyeteke Hemasê kir.
Serokwezîrê Qeterê Şêx Mihemed bin Ebdulrehman el-Sanî di civîneke rojnamegeriyê de behsa êrişê kir û got, “Mafê Qeterê heye ku bersiva vê êrişa eşkere bide.”
“Em gihiştine qonaxeke çarenivîssaz”
Serokwezîrê Qeterê her wiha got, “Baweriya me ew e ku em îro gihiştine qonaxeke çarenivîssaz.
Divê ji hemû herêmê ji bo van kiryarên hovane bersivek hebe.”
Şêx Mihemed bin Ebdulrehman amaje bi hewlên hikûmeta welatê xwe yên ji bo bidawîkirina şerê Xezeyê û vegerandina aramî û ewlehiyê ya ji bo herêmê kir.
Wî li ser vê mijarê got, “Tiştek me ji rêya navbeynkariyê ya li herêmê dûr naxe.”
“Netanyahu herêmê ber bi bêserûberiyê ve dibe”
Serokwezîrê Qeterê ji ber êrişê Îsraîl bi tundî rexne kir û êriş wekî “terorîzma dewletê” bi nav kir û got:
“Benjamin Netanyahu herêmê ber bi bêserûberî û aloziyê ve dibe.”
Şêx Mihemed bin Ebdulrehman her wiha got, êrişa Îsraîlê di demekê de qewimî ku heyeta dan û standinê ya Hemasê pêşniyara Serokê Amerîkayê Donald Trump a taybet bi agirbesta Xezeyê gotûbêj dikir.
Serokwezîrê Qeterê pirsî, “Gelo piştî êrişê derfeta dîplomasiyê maye?” û di bersivê de got ku derfet kêm bûye.
Şêx Mihemed bin Ebdulrehman derbarê agahdarkirina Qeteriyan ji aliyê Amerîkayê ve ragihand ku ew 10 xulek piştî êrişê hatine agahdarkirin û got:
"Artêşa welatê me nikarîbû rê li berê bigire, ji ber ku ji aliyê radaran ve nehatibû tesbîtkirin.”