Baxçelî: Divê Tirkiye Şamê kontrol bike û Esed bikuje!

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Partiya Netewperest a Tirkiyê (MHP) ku wek partiyeke nejadperest tê naskirin, daxwaz ji hikûmeta Tirkiyê kir, ku “Tirkiye plana kontrolkirina Şam a paytexta Sûriyê dane, Beşar Esed bikuje û dawî li desthilata wî bihîne.”

Dewlet Baxçelî îro ew daxwaza xwe ji hikûmetê, di civîna fraksyona MHPê ya heftane de li parlamentoya Tirkiyê anî ziman.

Baxçelî amaje bi êrîşa pêr a artêşa Sûriyê bo ser hêzên Tirkiyê li sînorê Idliba Sûriyê kir û ragihand: “Pêwsît e ji niha ve Tirkiye plana kontrolkirina Şamê dane. Eger dawî li rejîma Esed neyê anîn, aramî û seqamgîrî venagere navçeyê.”

Serokê Giştî yê MHPê nefret li Esed kir û diyar kir, ku li hember kuştina serbazên Tirkiyê, “divê Sûriye bihê şewitandin û Idlib birûxe.”

Baxçelî, bi tundî civaka navdewletî jî rexne kir û got: “Civaka navdewletî ji wê bêtir li benda çî ye? Pêwîst e di demeke herî nêzîk de Esed û rejîma wî û hevpeymanên wî bihêne rûxandin.”

Di beşeke axavtinên xwe de, Baxçelî amaje bi rola Rûsyayê li Sûriyê jî kir û da xuyakirin, ku Rûsya ne cihê baweriyê ye û ew di wan demên dawî de du caran şahidê kuştina serbazên welatê xwe bûne.

Baxçelî tekez kir: “Erkê hikûmeta Tirkiyê ye, ku pêwendiyên xwe yên li gel Rûsyayê di ber çavan re derbas bike û eger pêwîst bike, dawiyê li wan pêwendiyan bihîne, çimku zirarê digihîne berjewendiyên me yên niştimanî.”

Piştî vê daxuyaniya Serokê Giştî yê MHPê, Serokomarê Tirkiyê Recep Tyyip Erdogan jî di daxuyaniyekê de li Enqerê gefa tolhildaneke dijwar li Sûriyê xwar.

Erdogan ragihand, “divê Sûriye û ewên ku serbazên Tirkiyê dikujin, berdelekî giran bidin.”

Erdogan herwiha destnîşan kir, ew dê pêngavên Tirkiyê yên pêwîst ên têkildarî rewşa Idlibê û êrîşa li ser hêzên welatê  xwe, sibe Çarşembiyê 11ê Sibatê li parlamentoyê û di civîna fraksyona AK Partiyê de aşkere bike.