Galeriya wêneyan

11-02-2024
9 Photos
RÛDAW

Îsraîlê ragihand ku li binê baregeha sereke ya Ajansa Alîkarî û Xebatê ya ji bo Penaberên Filistînî ya Rojhilata Nêzîk (UNRWA), tunela Hemasê hat dîtin.

Artêşa Îsraîlê îdia kir ku tunel 700 metre dirêj e û 18 metreyan fireh e û di avahiya UNRWAyê de çek hene.

Fermandeyê artêşa Îsraîlê yê bi navê Îdo jî got, “Tunel 20 metre kûr e. Niha li ser me re navenda UNRWAyê heye.”

Tê gotin ku dirêjiya tora tunelên bin erdê yên Hemasê ji 560 kîlometiran heya 720 kîlometiran jî heye.

Li gorî îdiayan di tunelên Xezeyê de nêzîkî 5 hezar û 700 derî hene.

Artêşa Îsraîlê îdia dike ku 132 Îsraîliyên ku ji aliyê komên çekdar ên Filistînê ve dîl hatine girtin, di van tunelê de têne veşartin.

Şerê Hemas û Îsraîlê yê ku 7ê Çiriya Pêşîna 2023yan piştî êrişa Hemasê dest pê kir, niha li navenda Xezeyê didome.

Wêne: AFP