Erebistana Siûdî: Me 7 mûşekên balîstîk û 22 dron têk şikandin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Erebistana Siûdî ragihand ku li qada asmanî ya welêt 7 mûşekên balîstîk û 22 dron hatine astengkirin û têkşikandin.

Wezaretê bi rêya hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 6 mûşekên balîstîk ên ku ber bi Baregeha Asmanî ya Şahzade Siltan a li welêt ve hatibûn berdan, ji aliyê pergalên parastina asmanî ve hatine xistin.

Êrişên li rojhilat û başûrrojhilat

Her wiha di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku li rojhilatê welêt jî mûşekek û 8 dron hatine xistin û têkşikandin.

Li parêzgeha Hafar El Batinê ya li rojhilat jî 2 dron bi pergalên parastina asmanî hatine îmhakirin.

Hat gotin ku pergalên parastina asmanî li rojhilatê parêzgeha El Xaricê ya li başûrê rojhilat jî ketine dewrê.

Di encamê de êrişên bi 5 dronan ên li wê herêmê hatine astengkirin.

Şeybe dîsa bû hedef

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku 7 dronên ku ber bi Parzûngeha Petrolê ya Şeybeyê ya li başûrê rojhilatê welêt ve diçûn, ji aliyê pergalên parastina asmanî ve hatine xistin.

Wezareta Parastinê ya Erebistana Siûdî beriya demeke kurt jî ragihandibû ku 2 dronên ku ber bi Parzûngeha Petrolê ya Şeybeyê ve diçûn hatine xistin û têkşikandin.