Hizbulaha Libnanê: Me 6 caran êrişî hêzên Îsraîlê kir

10 demjimêr berê
Nîşan Hizbulah Libnan Êriş Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hizbulahê ragihand ku wan ji başûrê Libnanê 6 êriş birine ser armancên leşkerî yên Îsraîlê.

Hizbulahê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku ji 2yê Adarê ve hejmara êrişên wan ên li ser Îsraîlê gihîştiye 150î.

Di 10 rojan de 150 êriş

Di daxuyaniya Hizbulahê de hat diyarkirin ku ji destpêka meha adarê ve liv û tevgera wan a li dijî artêşa Îsraîlê zêde bûye.

Li gorî daxuyaniyê, wan di nava 10 rojên dawî de bi giştî 150 caran li armancên Îsraîlê daye.

Hizbulahê bi bîr anî ku êvarê di navbera wan û leşkerên Îsraîlê de pevçûn derketiye.

Ev pevçûn li nêzîkî bajarokê Aytarûnê yê parêzgeha Nebatiyeyê qewimiye ku li ser xeta sînor e.

Hizbulahê angaşt kir ku wan leşkerên Îsraîlê yên li wê herêmê bi mûşekan kirine hedef.

Her wiha hat diyarkirin ku li herêma Merkabayê ya li başûrê Libnanê jî bi mûşekan êrişî leşkerên Îsraîlî hatiye kirin û êrişî xala El-Maracê ya li bakurê Îsraîlê jî hatiye kirin.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku artêşa Îsraîlê ji şevê ve li xalên cuda bi giştî bi 6 êrişan hatiye hedefgirtin.

Êrişên Îsraîlê yên li ser Libnanê

Artêşa Îsraîlê 2yê Adarê ragihandibû ku ji Libnanê mûşek berdane axa wan.

Piştî vê yekê Îsraîlê li seranserê Libnanê dest bi êrişên asmanî kir û Beyrûta paytext kir armanc.

Artêşa Îsraîlê ji asman û deryayê ve êrişên dijwar pêk tîne û biryar dabû ku hebûna xwe ya bejahî ya li Libnanê berfirehtir bike.

Bîlanço giran dibe

Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê di daxuyaniya xwe ya dawî de hinek amarên nû parve kirin.

Li gorî daxuyaniyê, di êrişên Îsraîlê de yên ku ji 2yê Adarê ve didomin, hejmara miriyan derketiye 570yî.

Wezaretê her wiha da zanîn ku hejmara birîndaran jî gihîştiye 1444an.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst