Hewlêr (Rûdaw) - Şerê Amerîka û Îsraîlê yê li gel Îranê û tirsa girtina Tengava Hurmizê, Îraq neçar kir ku ji bo hinartina petrolê li vebijêrkên cuda bigere.
Rayedarekî bilind ê hikûmeta Îraqê diyar kir ku plana wan a sereke ew e ku di ser Herêma Kurdistanê re petrola Kerkûkê bişînin bendera Ceyhanê.
Tê çaverêkirin ku hinartina petrolê hefteya pêşiya me dest pê bike.
Vebijêrka herî hêsan: Boriyên Kurdistanê
Çavkaniyeke bilind a ji Wezareta Petrola Îraqê ji Rûdawê re ragihand:
"Li herêmê rewşeke neasayî ya ewlehiyê heye. Em ji bo rûbirûbûna bandorên vê rewşê hemû tedbîran digirin.
Ji bo hinartina petrolê çend vebijêrkên me hene. Yek ji wan jî bikaranîna hêla boriyan a Herêma Kurdistanê ya Bendera Ceyhanê ye."
Wê çavkaniyê eşkere kir ku eger ev rewş wiha bidome, plana wan a sereke ew e ku rojane 250 hezar bermîl petrola Kerkûkê di ser Kurdistanê re bişînin. Pişt re ev mêjer dikare were zêdekirin.
Bexda ji bo meaşan soza hêsankariyê dide
Rayedarê Wezareta Petrolê destnîşan kir ku rêya herî hêsan a gihandina petrolê ya bazarên Ewropa û cîhanê boriyên Herêma Kurdistanê ne.
Wî got ku ev yek mafê hikûmeta federal e ku vê pêngavê biavêje.
Çavkaniyê da zanîn ku ew ji bo vê mijarê bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re di nav pêwendiyê de ne û got:
"Biryar e beriya dawiya vê hefteyê bersiva daxwaza me were dayîn. Eger bersiv erênî be, hinartin dê hefteya bê dest pê bike."
Li gorî agahiyên heman çavkaniyê, eger Hikûmeta Herêma Kurdistanê vê daxwazê qebûl bike, Bexdayê soz daye ku ji bo şandina meaşên mehên bê hêsankariyên zêdetir bike.
Hilberîna petrolê kêm bûye
Di vê rewşê de Herêma Kurdistanê rojane tenê 20 hezar heta 40 hezar bermîl petrolê dişîne Bendera Ceyhanê.
Ev mêjer ji bo karkirina pergala boriyê gelekî kêm e.
Îraqê beriya şerê Îranê, rojane 4,35 milyon bermîl petrol hildiberand.
Lê belê li gorî agahiyên Rûdawê, niha hilberîna rojane ketiye bin 3 milyon bermîlan.
Şerê Îranê ku niha di hefteya xwe ya duyem de ye, bandor li 12 welatan kiriye.
Girtina Tengava Hurmizê bûye sedem ku welatên herêmê hilberîna xwe ya petrolê kêm bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse