CENTCOM: Me li nêzîkî Hurmizê 16 keştiyên Îranê tune kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku li nêzîkî Tengava Hurmizê 16 keştiyên mayînraxistinê yên Îranê hatine îmhakirin.

CENTCOMê li ser hesabê xwe yê Xê derbarê êrişên li ser keştiyên şer ên Îranê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Amerîkayê doh li nêzîkî Tengava Hurmizê, li gel 16 keştiyên raxistina mayînan, gelek keştiyên şer ên Îranê jî tune kirine.

Êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê

Îsraîl û Amerîkayê 28ê Sibatê dest bi êrişa leşkerî ya li ser Îranê kir.

Îranê jî bersiv da û ji bilî Îsraîlê, êrişî hinek armancên li welatên herêmê kir.

Bi taybetî Qeter, Mîrgehên Ereb ên Yekbûyî (Îmarat) û Behreyn bûn hedef ku baregehên Amerîkayê li wan hene.

Bilançoya kuştiyan a li Îranê

Di êrişên Amerîka û Îsraîlê de li gel Rêberê Îranê Elî Xamineyî gelek berpirsên payebilind hatin kuştin.

Li gorî rayedarên Îranî, di êrişên Amerîka û Îsraîlê de heta niha hezar û 332 kes mirine.