NYT: Di şer de zerer gihîşt 17 baregeh û dezgehên Amerîkayê

4 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Amerîka Îran Êriş Bargeh Rojhilata Navîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî lêkolîneke rojnameya New York Timesê, ji destpêka şerê di navbera Îran û Amerîka-Îsraîlê ve li Rojhilata Navîn herî kêm 17 baregehên leşkerî, balyozxane û dezgehên Amerîkayê zerer dîtine.

Ji ber vê yekê heta niha 7 leşkerên Amerîkayê hatine kuştin.

Rojnameya New York Timesê di lêkolîna xwe de xwe spartiye wêneyên peykan (satellite), vîdeoyên medyaya civakî û daxuyaniyên fermî yên berpirsên Amerîkayê.

Rojnameyê ragihand ku Îranê bi hezaran mûşek û dronan êrişî baregehên leşkerî yên Amerîkayê û hevpeymanên wê yên li herêmê kiriye.

Zererên canî û madî

Li gorî raporê, nêzîkî nîvê baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li herêmê zerer dîtine.

Di roja yekem a şer de (28ê Sibatê), Îranê êrişî baregehên Mîr Siltan a li Erebistana Siûdî, Elî Salim û Kampa Bueringê yên li Kuweytê û baregeha Udeydê ya li Qeterê kir.

Dîsa li gorî lêkolînê, 1ê Adarê droneke Îranê li Bendera Şueybeyê ya li Kuweytê li avahiyeke leşkerên Amerîkayê xist.

Di encamê de 6 leşkerên Amerîkayê hatin kuştin.

Leşkerekî din jî li Erebistana Siûdî hat kuştin û bi vî awayî hejmara kuştiyên artêşa Amerîkayê gihişt 7an.

Li ser zererên madî, Pentagonê ragihandiye ku tenê di êrişa li ser baregeha Fermandariya Fîloya Pêncem a Amerîkayê ya li Behreynê de bi qasî 200 milyon dolarî zerer gihîştiye dezgehan.

Pergalên radarê bûn armanc

Yek ji zererên herî mezin ên Amerîkayê gihîşt pergalên parastina asmanî.

Îranê pergalên radarê û pêwendiyan kirin armanc, ji wan jî pergala ku wekî THAAD tê naskirin.

Li baregeha Muwaffaq Saltiyê ya li Urdinê, wêneyên peykan nîşan didin ku zerereke zêde gihîştiye sensorên parastina asmanî.

Mesrefa yekîneyeke van radaran digihe nîv milyar dolarî.

Her wiha li Qeterê radarêke ji cureyê AN/FPS-132yê ku bihayê wê 1,1 milyar dolar e zerer dît.

Armancên dîplomatîk

Ji bilî baregehên leşkerî, Îranê êrişî Konsulxaneya Amerîkayê ya li Dubaiyê û balyozxaneyên li Kuweyt û Riyadê jî kir.

Ev yek bû sedema girtina demkî ya wan cihan lê ti kes birîndar nebû. Her wiha Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê jî rastî êrişên mûşekî hat.

Berpirsên leşkerî yên Amerîkayê ji rojnameyê re ragihandiye ku asta êrişên Îranê nîşan dide Tehran ji bo vî şerî zêdetirî wê yekê ku îdareya Trump çaverê dikir amade bûye.

Li gel vê yekê jî Fermandarê CENTCOMê Brad Cooper ragihand ku ji rojên yekem ên şer ve êrişên mûşekî yên Îranê ji sedî 90 û êrişên dronan jî ji sedî 83 kêm bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst