Îranê di 12 rojan de zêdetirî 3000 mûşek û dron avêtin welatên Kendavê

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îran Welatên Kendavê Êriş Mûşek Dron
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wekî rojên borî, welatên Kendavê roja çarşemê rûbirûyî dron û mûşekên Îranê bûn.

Bi mûşek û dronan êrişî Qeter, Siûdiye, Îmarat, Kuweyt û Behreynê hat kirin.

Êrişên li ser Qeterê

Wezareta Parastinê ya Qeterê roja çarşemê 11ê Adara 2026an ragihand: "Me bersiva êrişa mûşekî ya Îranê da."

Wezareta Karên Navxwe ya Qeterê jî got, "Piştî têkbirina gefa ewlehiyê, rewşa welêt asayî bû."

Ji bilî êrişên roja çarşemê yên li ser Qeterê, Îranê di 12 rojan de 54 mûşek û 69 dron avêtine Qeterê.

Welat rojane dron û mûşekan têk dibe. Ji ber êrişan, zeviya herî mezin a gazê ya li Qeterê hat girtin.

Vê yekê bandor li bihayê gaza xwezayî ya li cîhanê jî kir.

Êrişên li ser Siûdiyeyê

Her îro, Wezareta Parastinê ya Siûdiyeyê di çend daxuyaniyan de têkbirina 7 mûşekên Îranê ragihand.

Wezaretê diyar kir, "Şeş ji wan mûşekan avêtine Baregeha Asmanî ya Emîr Siltan a li parêzgeha Xerecê.

Her wiha mûşeka heftem jî avêtine navçeyên rojhilatê Siûdiyeyê."

Siûdiye jî yek ji wan welatan e ku di 12 rojên borî de rûbirûyî gelek êrişên Îranê bûye.

Li gorî amarên fermî yên welêt, di wê demê de 10 mûşek û 105 dron avêtine Siûdiyeyê.

Roja sêşemê Wezareta Parastinê ya Siûdiyeyê ragihand, "Sê dron li parêzgeha Xerecê hatin xistin.

Her wiha du dronên din jî ber bi navçeyên rojhilatê Siûdiyeyê ve diçûn. Li navçeya Rebeyê jî du dronên din hatin têkbirin."

Ev yek di demekê de ye ku Siûdiyeyê tenê roja duşemê 23 dronên Îranê xistin û têk birin.

Rewşa li Îmaratê

Li gorî Buroya Ragihandinê ya Hikûmeta Dubaiyê, berbanga çarşemê du dron hatin têkbirin lê di encama ketina wan de 4 kes birîndar bûn.

Buroyê piştrast kir ku çûnûhatina firokeyan a li balafirgehê asayî ye û tiştek neguheriye.

Her wiha Wezareta Parastinê ya Îmaratê li ser Xê ragihand, "Êrişên mûşekî û dronên Îranê bi serkeftî hatin têkbirin.

Ew dengên ku li deverên cihê dihatin bihîstin, ji ber têkbirina mûşek û dronan a ji aliyê pergala parastina asmanî ve bûn."

Li aliyê din, li gorî Rêxistina Bazirganiya Deryayî, li rojavayê Mîrgeha Resulxeymeyê bi 40 kîlometreyan dûrî bejahiyê keştiyek bi hawanan hat armanckirin lê ti zerer çênebû.

Di 12 rojên borî de Îranê 262 mûşekên balîstîk, 1475 dron û 8 mûşekên krûzê avêtin Îmaratê.

Wezareta Parastinê ya Îmaratê ev amar piştrast kirin.

Wezaretê diyar kir, "Me 241 mûşek têk birin, 19 mûşek li deryayê ketin û 2 mûşek jî li ser xaka welêt ketin."

Lê belê Wezaretê behsa encamên ketina mûşekan nekir.

Wezaretê li ser dronan jî got: "Ji 1475 dronên ku avêtin welêt 1385 dron hatin têkbirin. 90 dron li deverên cuda ketin û 8 mûşekên krûzê jî hatin têkbirin."

Kuweyt: Me 8 dron xistin

Di heman demê de li Kuweytê, Pasdarên Niştimanî yên Kuweytê îro çarşemê ragihand ku wan 8 dron xistine.

Medyaya fermî ya Kuweytê ji zarê Berdevkê Pasdarên Niştimanî Emîd Cedan Fazil ragihand:

"Li navçeyên cuda 8 dron hatin xistin, hewlên me ji bo xurtkirin û parastina asayîşa navçeyan e."

Ev yek di demekê de ye ku medyaya Îranê ragihand, bi 2 mûşekan êrişî baregeha Amerîkayê ya li Arifcanê hatiye kirin.

Bi giştî Îranê di 12 rojan de 237 mûşek û 445 dron avêtin Kuweytê û piraniya wan hatin têkbirin.

Behreyn û Urdin jî bûn armanc

Îro çarşemê Wezareta Karên Navxwe ya Behreynê zengilê hişyariyê ji bo xelkê lêda da ku li cihên ewle bimînin, ji ber ku welat rûbirûyî êrişên mûşekî û dronan bû.

Di kêmtirî du hefteyan de Îranê 106 mûşek û 176 dron avêtin Behreynê.

Li gorî zanyariyên Fermandariya Giştî ya Hêzên Parastinê yên welêt:

"Her 106 mûşek hatin têkbirin. Her wiha hemû dron jî hatin xistin."

Urdin yek ji wan welatên din e ku rojane rastî êrişan tê.

Li gorî amarên Berdevkê Artêşa Urdunê Mistefa Heyarî, di 11 rojên borî de 60 mûşek û 59 dron avêtine wî welatî.

Ji 119 mûşek û dronan bi giştî 108 mûşek û dron hatin têkbirin.

Di heman demê de, Umana ku her tim navbeynkariya gotûbêjan dike û ji aliyê dîplomatîk ve nêzîkî Îranê ye, ji destpêka şer ve 8 dron avêtinê.

Êrişên li Herêma Kurdistanê û Îraqê

Ev êrişên li ser welatên Kendavê ne, ji bilî Îraq û Herêma Kurdistanê ye ku rojane bi dron û mûşekan rastî êrişan tên.

Bi taybetî Herêma Kurdistanê dibe armanc.

Li gorî zanyariyên berpirsên Amerîkayê yên ji bo Washington Postê, di 24 saetên borî de 6 dron avêtine Herêma Kurdistanê û baregehên Amerîkayê ku 5 ji wan hatine têkbirin.

Di 12 rojan de êrişên Îranê yên li ser Kendavê:

Qeter

54 mûşek

69 dron

Erebistana Siûdî

10 mûşek

105 dron

11ê Adara 2026an: 7 dron

Îmarat

270 mûşek

1475 dron

11ê Adara 2026an: 2 dron hatin têkbirin

Kuweyt

237 mûşek

445 dron

11ê Adara 2026an: 8 dron hatin têkbirin

Behreyn

106 mûşek

176 dron

Urdun

60 mûşek

59 dron

Uman

8 dron

Bi giştî: 3074 dron û mûşek hatin avêtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst