Amerîka: Me li Îranê zêdetirî 5 hezar û 500 cihan dan
Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku di çarçoveya Operasyona Xezeba Destanî (Epic Fury) de ku li dijî Îranê hatiye destpêkirin, heta niha 60 keştî jî di nav de zêdetirî 5 hezar û 500 cihên li Îranê hatine hedefgirtin.
Brad Cooperê ku operasyonê bi rê ve dibe, êrişên li dijî Îranê nirxandin.
Brad Cooper diyar kir ku kapasiteya şer a Îranê bi awayekî sîstematîk tê rûxandin.
Wî got, "Gava ku hêza şer a Amerîkayê zêde dibe, hêza şer a Îranê paş ve diçe."
"Rejîma Îranê xwe li pişt sivîlan vedişêre"
Amiral Cooper ragihand ku hêzên asmanî bêyî rawestan mûşekên balîstîk, dron û binesaziya pîşesaziya parastinê ya Îranê hedef digirin.
Cooper eşkere kir ku balafirên şer kargeheke mezin a hilberîna mûşekên balîstîk hedef girtiye û wiha domand:
"Ez dikarim êrişên me wekî êrişên encamgir û dînamîk pênase bikim. Ji 24 saetên ewil û vir ve êrişên Îranê yên bi mûşek û dronan gelekî kêm bûne."
Amiralê Amerîkayî Îran bi wê yekê tohmetbar kir ku bi zanebûn sivîlên bêguneh ên li welatên Kendavê hedef digire.
Wî destnîşan kir ku birêvebiriya Tehranê ji bajarên qerebalix êrişan pêk tîne û xwe li pişt gelê xwe vedişêre.
Keştiyên Suleymanî ji kar ketin
Cooper da zanîn ku hêzên deryayî ji bo pêkanîna ewlehiya Tengava Hurmizê û avên navneteweyî dixebitin.
Wî ragihand ku derbên giran li hêzên deryayî yên Îranê hatine xistin.
Cooper her wiha destnîşan kir ku keştiya dawî ya ji her çar keştiyên şer ên Suleymanî hatine îmhakirin û got:
“Bi vî awayî polayekî keştiyan ê Îranê êdî bi temamî ji qada şer derket."
Bandora hişê çêkirî
Berpirsê CENTCOMê diyar kir ku wan bi pêlên balafirên şer ên bipêşketî li ser Îranê serdestiya asmanî ava kiriye.
Cooper bal kişand ser bikaranîna teknolojiyên bipêşketî û ragihand ku sîstemên Hişê Çêkirî (AI) yên ku di nava çend çirkeyan de amarên mezin analîz dikin di dewrê de ne.
Her wiha wî destnîşan kir ku Hêzên Fezayê jî di kêmkirina kapasiteya Îranê û parastina hêzên Amerîkayê de roleke krîtik dileyizin.
Bi Îsraîl û welatên Rojhilata Navîn re hevahengî
Amiral Cooper bal kişand ser tifaqên li herêmê û got:
"Di vê operasyona mezin de em bi Îsraîlê re di nav hevahengiyeke nêzîk û bibandor de ne.
Her wiha em bi hemû hevparên xwe yên li Rojhilata Navîn re mil bi mil dixebitin."
Wî tekez kir ku operasyon bi piştgiriya koalîsyoneke berfireh didome.
Cooper diyar kir ku tevî serkeftina operasyonê jî artêş her tim amade ye.