Şirketên deryayî ji bo Tengava Hurmizê li benda nîşanên zelal in

7 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Tengava Hurmizê Îran Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tevî ku agirbesta di navbera Amerîka û Îranê de ketiye meriyetê jî, çûn û hatina keştiyan a di Tengava Hurmizê re hîn jî sînordar e.

Ev çûn û hatin li gorî rojên asayî gelekî kêmtir e.

Li gorî agahiyên platforma "Marine Traffic"ê ya taybet bi trafîka deryayî û ajansa Bloombergê, ji serê sibeha Pêncşemê ve tenê 9 keştî di Tengava Hurmizê re derbas bûne.

Lê belê di rojên asayî de rojane nêzîkî 135 keştî di wê tengavê re derbas dibûn.

Li gorî malperê, ev yek nîşan dide ku hîn jî rewşa çûn û hatinê ya li tengavê sînordar e û tevger bi awayekî kontrolkirî bi rê ve diçe, agirbestê nehîştiye ku her tişt bi temamî vegere rewşa asayî.

Li gorî amarên platformê, ji wan keştiyên ku derbas bûne, 5 keştî di bin ambargoyê de bûn û 2 keştiyên din jî "keştiyên sîber" (shadow tankers) bûn.

Li ser metirsiyan, ti êrişên nû nehatine qeydkirin lê ev yek nebûye sedem ku helwesta şirketan biguhere.

Piraniya wan şirketan hîn jî li benda nîşanên zelaltir in da ku bi awayekî ewle û aram di Tengava Hurmizê re derbas bibin.

Kîjan keştî derbas bûn?

Tankera mezin a petrolê ya bi navê "Archimeda"yê ku alaya Rûsyayê li ser bû, yek ji wan keştiyan bû ku di tengavê re derbas bû û çû nav avên Kendava Erebî.

Li gorî agahiyên Bloombergê, ev keştiya ku sala 2000î hatibû çêkirin, êvara Pêncşemê vala ber bi rojava ve bi rê ketiye.

Destpêkê wiha xuya dikir ku ew ber bi Girava Xargê ve diçe ku navenda sereke ya hinardekirina petrola Îranê ye lê pişt re diyar bû ku li ser rawestgeha wê ya din ti agahiyên zelal nînin.

Her wiha du tankerên petrolê yên Japonyayê yên bi navên "Mayasan" û "Yakumosan"ê jî di tengavê re derbas bûne. Her yek ji wan dikare nêzîkî 2 milyon bermîl petrola xav hilgire.

Di heman demê de, keştiya bi navê "Sea Condor"ê ku alaya Yunanistanê pê ve bû û li Kuweytê hatibû barkirin, yek ji wan keştiyên din bû ku di tengavê re derbas bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst